ROJEVA 25'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Navenda Cîhana Zarokan a ku li bajarê Rimêlan di çerçoveyê xebatê Desteya Jin de hatî vekirin, xebatê xwe pêk tînin. Rêvebirên Navenda Cîhana Zarokan diyar kirin ku divê, divê malbat li gorî zîhniyeta xweseriya demokratîk zarokên xwe xwedî bikin.
*Jinên Êzidî ên ji ber dagirkerî û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan çiyayê Şengalê berxwedana Bakûrê Kurdsitanê silav kirin û wiha gotin, "Li hember her cureyê êrîşê gelê me li berxwedidin û ji dijmin re serî natewînin. Çawan ku DAIŞ li hember hêzê ciwanên vî gelî têk çû, artêşa Tirk jî dema ku navê ciwanên Kurd bibihîse wê rêya revê bigere."
*Jinên Helebce berxwedana Bakurê Kurdistanê silavkirin û gotin: "Şirnex û Helebce xwşkên hevin. Em hevparê êş û berxwedana Bakurê Kurdistanê ne. Helebce kîmiyabaran kirin nihajî komkujiyan li Bakurê Kurdistanê pêktînin. Em wek welatî û jinên Helebce hertim li kêleka berxwedan û tekoşîna Bakûrin."
*Li Kurdistanê dibin dorpêçan de sivîlan qetildikin, li gel wê jî dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê talan dikin. Berdevka Meclisa Ekolojiyê ya Êlihê Ayten Eraslan diyar kir ku Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Sur û Kerboran deverên ku çanda Mezopotamyayê di nava xwe de dihewînin û got: "Dixwazin hişmendiya dîroka Kurdistanê tine bikin. Dest bi qirkirina çand û dîrokê kirin."
*Jinên Edenê pêkanîn û êrîşên di bin navê qedexeya derketinê a li bakûrê Kurdistanê nirxandin û hêrsê xwe li hember dewletê nîşan dan. Jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên DAIŞ'ê êrîşê gelê Kurd dike û gotin ew êrîş dê bê encambin û berxwedana gelê Kurd silav kirin.
