Jinên kurd yên berxwedêr ku navên xwe li dîrokê kolandine...DOSYA (3)
16:10
Mekiye Gorenç-Rohat Emekçi/JINHA
Di herêma çand, huner û wêjeyê de jinên kurd
NAVENDA NÛÇEYAN - Hişmendiya deshilatiya mêr ya 5 hezar sal a heyînên ku jinan avakirî ên weke demokratîk, ekolojî, çand û wekedinê mîrasên wan ji dest girtine ji xwe 'deshilatdar' bûne..."Deshilatiya" mêr ya li ser hemû herêmên jiyanê bandorker e. Di herêma çandê de jî bandora xwe kiriye. Di mizuk, helbestan, roman, pênus qedexe kirine ji jinan re û şerm hatiye ditin. Jinan li hemberî deshilatiya mêran li ber xwe dane û di herêmên çandê de bi berxwedana xwe xwe dane jiyan kirin. Jinên kurd di herêmên çand, huner û wêjeyê de ji jinên cîhanê re pêşengî kirine. Yên weke Meryem Xan cara yekê plak çêkiriye. Weke Ayşe Şan di hunera kurdî de Qeralîçeya bê tac. Ya yekem car hunera dansa kurdî ya bale kiriye Leyla Bedirxan...Hunermendên tekoşer yên huner bi berxwedanê xemilandîn hunermendên weke Delîlayan, Saryayan û Mizgînan...
Jinên kurd di herêmên zanîn, huner û wêjeyê de bandorek mezin hêlane. Jinên kurd di pêvajoyên dîrokê de hest û ramanên xwe bi hunerê dayîn têgihandin. Di vê huner bi cîhana jinan a hastan û rolê wan yê di nava civakê de bi hevre bên destgirtin. Em dikarîn di herêma hunerê de jêhatinên jinên kurd yên di jiyana rojane de di gelek hêman, nîqaş û zimanzaniyê de bibînin. Jinên kurd di nava jiyana rojane de bi çand, gotin û kiriyarên xwe îmza avêtine binê gelek dewlemendiyên hunerê. Evana di dema mezinkirina zarokan de tiştên ku ji zarokên xwe re dibêjin û di dema wenda kirina heskiriyên xwe de çêr û sitiranên dilorînin baş tên dîtin. Di dema cudabûnê, xemgîniyê, êş kişandinê, kefxweşiyê, hêrsbûnê sitiranên ku dibêjin û di her eserên derxistine de evane tên dîtin. Ji nên ku di aliyê hunerê de bi bandor îmza avêtine binê gelek serkeftinên wêjeyî jî.
Di dîrokê de ya ku cara yekê plak derxistî: Meryem Xan
Meryem Xan ya ku di dîrokê de xwediyê cehekî giring e, di sala 1904'an li navçeya Dêrgulê a Şirnexê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Jineke şerê cîhanê yê yekemîn, qirkirina ermeniyan, serhildan û koçberiyên kurdan dîtiye. Serhildana wan bi xwe jî çêbûye. Ew bi xwe jî koçber bûye û çûne Rojavayê Kurdistanê, li Suriye gelek rewşenbîrên kurdan nas kiriye. Bi yek ji malbata Bedirxaniyan re zewiciye û ev li pêşiya sitiran gotina wê bûye asteng. Hevserê wê sitiran goti ji bo wê qedexe dike. Meryem Xan vê napejirîne û dev ji hevserê xwe berdide. Ew diçe di radiyo ya Bexdayê de sitiranan dibêje. Dema çûye Bexdayê ji bo qeyt kirina dengê xwe rastî zoriyên mezin hatiye. Meryem Xan li hemberî hemû zoriyan tekoşîn kiriye. Meryem Xan yekem plak a xwe derxist û weke jina kurd ya yekem dengê xwe qeyd kirî tê dîtin. Îro em wê bi hebûna wan xebatên wê yên giran bûha dinasîn. Di pêvajoya ku Meryem Xan li Suriye bûye berhev kariyên wê di kovara Hewarê de hatine weşandin. Bi van berhev kariyên xwe Meryem Xan bi tena serê xwe weke muxalîf li hemberî rêgezên fewdal û ronakbîrên fewdal tekoşîn kiriye. Li gorî belgeyên dîrokî hejmara sitiranê ku Meryem Xan ê di radiyo yê de gotî 200 in.
Di hunera kurdî de Qeralîçeya bê tac: Ayşe Şan
Ayşe Şan di pêvajoyekê de di mizîka kurdî de yek ji jinên ku xwediyê dengekî efsanewî bûye. Di salên 1970'an dema qedexeya li ser sitiranên kurdî qasêtên Ayşe Şan li ser dastan digeriya ji bo guhdar kirinê. Di radiyoya Bexdayê de dengê Ayşe Şan yê xweşik û dil şewat û awazên wê yên bi kurdî hatine guhdarî kirin. Bi dengê xwe yê delal li çar aliyê Kurdistanê Ayşe Şan xwediyê kesayeteke giringe. Di sala 1938'an de li Amedê çavên xwe li dunya yê vekiriye. Ji ber bavê wê dengbêjeke mezine û ew jî di temeneke biçuk de bi mizukê re mijul dibe. Ayşe Şan bi zinanekî qedexe yê gelek qedexe û sitiranên qedexe cesaret kiriye û gotiye. Tevayî jiyana xwe xistiye xizmeta parastin û jiyan dina çand, huner û nirxên gelê xwe de. Ji ber van kirinên wê ew bûye Qeralîçeya bê tac.
Hunermenda kurd ya yekem di baleyê de: Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan weke pirensa kurdan tê naskirin. Di sala 1908'an de li Stenbolê hatiye dinê. Diya wê ya bi navê Henriete Hornik yehudiye. Bavê wê ji Ebdurazaq Bedirxan ji malbata Bedirxaniyane. Li gel malbata xwe neçar man koçî Misrê kirin. Leyla Bedirxan zarokatiya xwe li Misrê derbas kiriye. Piştî mirina bavê xwe Leyla Bedirxan û diya xwe Henrieti Hornik diçin Viyana û li wê jiyana xwe berdewam dikin. Leyla Bedirxan li Viyan despêkê hînî dansê dibe. Cara yekê di operaya Viyana de derdikeve ser dikê. Ji bo Leyla Bedirxan bi kare li Firans bijî dem dirêj bi Henri Touache re dimîne û dawiyê de bi wî re di zewice. Leyla bi nasnameya xwe ya jinbûnê dihat nasîn. Ji bo di giyana hunerê de bimîne divîba hem bi xwe û hem jî bi nasnameya xwe ya jin bûnê bawer bana. Her wiha nasname ya ku bûye ayîdê wê tu carî înkar ne dikir. Li her derê bê ku xwe bide paş bi şanazî kurd bûna xwe dida diyar kirin. Leyla Bedirxan li Elmanya, Avusturya û İsviçre perwerdeya Bale dîtiye. Di sala 1925'an û şunde weke hunermendeke jin ya kurd der ketiye dikan û dans kiriye.
Ya ku jiyana kurdan bi awazan daye nas kirin Newrîn Şervan
Hunermenda demên zor Newrîn Şervan di nava kesayetên giring yên jinên kurd de cîh digre. Newrin Şervan di nav malbatek weletparêz de çavên xwe li dunyayê vekiriye û mezin bûye. Di sala 1928'an de li Şirnexê hatiye dinyayê. Di sala 1932'an de li gel malbata xwe koçî başurê Kurdistanê dike. Di radiyoya Bexda de li ser beşa kurdî xebitiye û li wê gelek hunermendên din nas kiriye. Hunermenda navdar Newrin bi dengê xweyê zelel awazên gelan digot. Di sitiranên xwe de qala jiyan û xwezaya Kurdistanê dikir. Dema di radiyo yê de xebitiye 500 sitiran kom kiriye. Di sala 1947'an de li gorî ku di xebatên xwe yên radiyo yê de teqawît dibe jî, lê xebatên xwe yên hunerê didomîne.
Sarkeftinên jinên kurd ên di herêma wêjeyê de
Jinên kurd di herêma wêjeyê de jî xebatên giran bûha kirine. Di gelek zimanan de berhemên xwe bi rengên helbest, dîwan û pirtûk nivîsîne û hêlane. Li İranê di aliyê zanîn û wêjeyê de Şeref Xanim dîwanek ji 20 hezar helbestan pêk tê nivîsandiye. Di nava helbestek ya wê de hevserê wê Xusrev Xan jî cîh digire. Ev dîwan di encama şerekî navxweyî de wanda bû. Paşê li Rojhilatê Kurdistanê Serok Maarif ji wê dîwanê nêzî 2 hezar gazaliyan komkir. Ev dîwan bi navê "Dîwan-i Mah Şeref Xanim a Kurdistanî" li weşanxaneya Şîrvanî ya Tehranê hatiye çap kirin. Mah Şeref Xanim bi navê "Dîroka Kurdistanê" berhemek dinê jî weşandiye. Ew berhem di derbarê rêveberiya Erdelan heta helweşîna wê agahiyên dîrokî hene.
Jinên wêjevanên kurd: Hayran, Siriye û Ayşê
Hayran (Miran) Xanim li bajarê Nehçîvanê yê herêma Qafqasya hatiye dunya yê. Li Lahican a bajarê Urmiye (Razaiye) yê jiyan kiriye. Gelek helbest bi zimanê Farisî nivîsandiye. Siriye Xanima ji Amedêye Weke helbeltvanekî navdar tê naskiri bi zimanên farisî û tirkî manzume yên wê yên nivîskî hene. Ayşê İsmet ya ji Teyumur ê ji mamostayên pispor bi zimanên erebî, farisî û tirkî zanist û wêje hîn bûye. Li ber destê bavê xwe yê nivîskarê dema xwe û pisporê zimanên Rojhelat prewerde dîtiye. Bavê wê herî zêde ji pirtûkên Fîrdews "Şahnamesi" û Celaledînê Rumî "Mesnevî" wane daye. Dema ku bavê wê van wane yan dida asta wê ya zanînê zêdetir dibû û li rojhelahtê weletê xwe Musil li çiyayên Kurdistanê çanda ereban hêj zêdetir dida nasîn. Ayşê İsmat helbestên xwe yên despêkê bi farisî nivisiye û xwendiye.
Ji jinên kurdan çêkirina mînariyên giring
Ji pêvajoya dîroka Îslamê heta niha jinên kurd gelek tişt pêşkêşî mirovahiyê kirine. Bi taybetî giringî dane hînbûna zanist û quranê. Di heman demê de ji bo zanîna İslamê medreseyên mazin çêkirine û ji bo gihandina zanyaran kedeke mezin dane. Jinên kurd çî di dema Eyubiyan de çî di demên mîrnîşîniyên kurdan de fedekariyên ku nîşan dane pir zêdene. Di demên ser bixwede jî wiha jinên xwediyên kesayetên giring derketine dika dîrokê û di dema şaristaniya islamê de jî xizmetên xweşik kirine. Şam Berani (Husami) Mederse Situ Şam Xanim çêkiriye. Medreseya dema xwe ya herî mezine. Vê medresê gelek xwendekar xwedî kirine û di heman demê de gelek zanyar gihandiye. Medresa Ciwnî Şam despêkê mala Situ Şam bûye û paşê kiriye medrese. Zumrut Xanim jî Mescidi Zumrut Xatun El-Kebir avakiriye. Li gel van gelek dibistan û mizgerft çêkiriye. Disan jî medreseya li herêma Zahir ya Şam ê bê goman wê çêkiriye.
Hewildanên jinên kurd yên di derbarê zanistê de
Fahrunnisa Şuhde Dinoriye gelek kesan ji wê hedîs guhdar kiriye û ji bo gelê xwe bûye çavkaniyek ya zanînê. Ew bi xwe weke zanyarekê tê nasîn. Di heman demê de ya herî xweşik dinivîse ew bi xweye. Ji ber destxeta wê ya xweşik jî re "Katîbe" yan jî "Situ Katîbe" hatiye gotin. Fatma Milyeeldîn li bajarê Silêmaniyê di sala 1926'an de bi navê El-Zehra dibistanek ya jinan vekiriye. Ewê bi xwe jî di wê dibistanê de wane daye. Di 25 saliya xwe û pêde wane deye. Gelek canran wane daye jinên temenê wan mezin jî. Di vê dibistanê de bê cidahiya dewlemend û feqîran gelek jin di nava xwe de hewandiye û wane daye gelek jinan. Jinekî dinê ya navdar Esma li ber destê Ehmed bin El-Hamevi û Fadil Ramazan perwerde dîtiye. Emetulah di sed sala 9'emîn ya hîcrî de di nava zanyarên mezin de cîh girtiye. Destur hatiye dayîna derketine berhjema wê ya bi navê "El Zaullami" û di temenê 60 salî de Emetullah çuye ser dilovaniya xwe. Di nava hedîs bêjên mezin yên Ummu Muhammed de cîh girtiye. Dema xwe bi guhdar kirina gelek zanyarên Ummu Muhammedî ve derbas kiriye û hedîs hîn bûye. Cuveriye hedîs bêjekî nav û deng bû. Ji gelek kesan zanîn kom kiriye. Yek ji nivîskara bi nav û deng Şohret El- Dineweriye li Bexda hatiye dunyayê û li wê mezin bûye. Ji zanyaran bê hejmar wane girtiye. Bi navê Fahrunnisa jî tê nas kirin. Şohert El-Dineweriye bi xebat û serkeftinên xwe yên giring bûye mijara berhem û nivîsên gelek zanyar û nivîskaran. Bi pesindayîn qala wê hatiye kirin. Nesibe Xatun di dema xwe de di nava gelek hedîsciyên mezin de cîh girtiye.
QEDİYA...
(zt)

