6 parlamenterên jin ên CHP'î ji bo Sûrê hatin
11:22
JINHA
AMED - Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Selîn Sayek jî di nav de 6 parlamenterên jin ji bo dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di cih de lêkolîn bikin haten Amedê.
6 parlamentedêr jin ên CHP'ê ji bo balê bikişînin ser qedexe û rêveberiyên awarte yên li Kurdistanê û tiştên diqewimin di cih de lêkolîn bikin hatin Amedê. Parlamerterên CHP'ê Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Selîn Sayek, Elîf Dogan Turkmen, Melîke Basmaci, Nurhayat Kayisoglu, Gamze Îlgezdî, Zeynep Altiok dê li avahiya Rêxistina CHP'ê ya Amedê bi keyayên taxên Sûrê ve bên cem hev.
Piştî hevdîtinên dê bên kirin heyeta CHP'ê dê hewl bide biçe Qada Şêx Saîd û bikeve Sûrê.
Heyet dê di 14.00'an de ji bo çavdêrî û lêkolînên xwe parve bikin dê li Odeya Hesabgiran civîna çapemeniyê li dar bixe. Piştî civînê jî heyet dê bi welatî û esnafên Sûrê re hevdîtinê pêk bînin.
(rc)
