Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyek berxwedana gel silav kir

12:14

JINHA

ROJAVA - Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê hat silav kirin û wiha hat gotin, "Gelê me biryara xwe daye ku li ser riya azadiyê têkoşîna xwe bibe serî, her kesê ku li dijî vê bisekine ew ê derbazî çûpa dîrokê bibe, û hewildanên wan ên qirkirinê tu carî bi sernakeve."

Kooordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên Rojavayê Kurdistanê, derbarê êrîşên dewleta tirk yê li hember gelê bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî pêvajoya bihara gelên Rojhelata Navîn û serhildanên ku di riya wê de li beramberî rêjîmên desthilatdar ên ku ji bilî desthilatî, kuştin, qirkirin, cudaxwazî tiştek din nezianîbûn, hêviyên gelan her ku çû bi xelasiyê geş bû. Lê ji ber hêzên ku ev bihar bi rêve dibirin şerê desthilatdariyê ji bo desthilatdaryê dikirin vê biharê birqandina xwe wenda kir. Ji bilî ku pergaleke demokratîk avabike û bide rûnişkandin, bergaleke ku nasnameya xwe tenê esas digre derxiste holê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji hemû şoreşên ku di heremê de rabûne cudatir bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê ve armanca avakirina netewa demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk ku hemû pêkhate, dîn, mezheb, zayendî xwe tê de bi awayekî azad bînin ziman ji xwe re esas girt. Yê ku pêşengî ji avakirina vê pergala demokratîk kir jî jin e. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke şoreşa yekane ku di tevahiya heremê û cîhanê de dengveda ye.

'Beramberî mafê xwerêveberinê şerek yê qirkirinê tê pêk anîn'

Ji ber ku şoreşa Rojava Berxwedaniyeke bê hempa û serkeftinên mezin li dijî hêzên reş yên bi navê DAIŞ'ê bi destxist bala hemû cîhanê girt ser xwe. Bêguman Rojava di vê berxwedaniyê de, ne bi tenê bo. Di serî de Bakûrê Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk destekeke pir bi hêz hem di warê manewî û hem jî di warê madî de destnîşankir. Gelê kurd li bakûrê Kurdistanê bi hemû şêweya xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derket û şoreşa xwe dît. Niha Gelê me li bakûrê Kurdistanê bi qirkirinê re rûberû maye. Dewleta Tirk ya Faşîst bi rêbertiya Hikumeta AKP'ê îro hemû şeweyên qirkirinê li dijî gelê kurd li bakûrê kurdistanê dide meşandin. Bi tu awayî ev hikûmet naxwaze gelê kurd bibe xwediyê stato û bigihê azadiya xwe. Çawa ku li dijî destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hemû şêweyî êrîşên xwe yên qirêj pêktîne îro jî li beramberî mafê gelê kurd ê xwe bi xwe bi rêveberinê yê rawa şerekî qirkirinê yê dijwar li dijî gelê me li bajarên bakûrê Kurdisanê û tevahiya tirkiyê dimeşîne. AKP'ê ya ku DAIŞ bi xweye, di vî şerî de destekê ji hemû hêzên emperyalîst sermeyadar û kapîtalîst ên heremê û cîhanê digre.

'Em berxwedana gel yê pîroz silav dikin'

Em weke kordînasyona jinê di rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdisanê berxwedanî û qehremaniya gelê me ku ji yê heft salî heta bi heftê salî nîşandike silav û pîroz dikin. Em dayikên hêja yên berxwedêr û têkoşer ku terka ax û berxwedaniyê nekirine pîroz dikin, silav dikin. Em weke Koordînasiyona Jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdisanê hevgirtina xwe destnîşan dikin û dibêjin ku " Bi rihê berxwedaniya Kobanê ew ê vîna gelê me yê xweser û azad li bakûr bi serkeve. Binketin ew ê bibe çarenûsa hêzên Faşîst û kedxwer".

Li ser vê bingehî di serî de em bang li hemû tevger û rêxistinên jinan û hemû hêzên demokratîxwaz û welatparêz li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku desteka pêwîst bidin berxwedaniya gelê me ên li Silopî, Nisêbîn, Sûrê, Cizîr û tevahî bajarên ku berxwedanî di asta herî bilind de lê dimeşê.

Her wiha em hemû helwestên ku dijminên kurdan xwedî dike şermezar dikin. Hemû daxuyaniyên ku fitinê bi navê kurdiniyê û ala kurdiniyê dimeşîne lenetdikin. Çi helwestê ku nakeve bin xizmeta yekîtiya Kurdan bi taybet helwesta PDK'ê û serokê wê Barzanî ku bi temamî helwestên dijminatiya kurdan dikin em napejirînin û şermezar dikin. Helwestên PDK'ê di vî wateyê, desteka wê ya rasterast ji bo dewleta Tirk di heremê de, desteka wê ya ji bo DAIŞ'ê dijminanene înkarkirina destkeftiyên gelê kurdin. Lewma em bang dikin ku di serî de PDK'ê û hemû hêzên hevkar bi wê re ku dev ji van helwestanan berdin.

Gelê me biryara xwe daye ku li ser riya azadiyê têkoşîna xwe bibe serî, her kesê ku li dijî vê bisekine ew ê derbazî çûpa dîrokê bibe, û hewildanên wan ên qirkirinê tu carî bi sernakeve.

(rc)