Cenazeyên ciwanan nadin malbatê wan
12:57
JINHA
AMED - Cenazeyên Şoreş Mutlu, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî yên li Amedê ji aliyê timên taybet ve hatin qetilkirin ligel otopsiya hatiye kirin jî nadin malbatên wan.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê Şoreş Mutlu, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî yên ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn qetilkirin, cenazeyên wan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê tên rawestandin. Cenazeyên ku bi şev otopsiya wan hatin kirin nadin malbatan. Gelek kesên ku di nav de rêveberên HDP û DBP'ê û MEYA-DER'ê jî hene serê sibehê hatin nexweşxaneyê. Sekna gel û ya malbatan a li ser nexweşxaneyê didome.
Cenazeyê Şoreş Mutlu dê li gundê Koçxar a Lîcê, cenazeyê Sezgîn Demîrok li gundê Kiralan a Licê û cenazeyê Cuneyt Yenî jî dê li navçeya Farqînê bên definkirin.
(rc)
