Jinên Kurd li Elmanyayê balafirgeh û televîzyon dagir kirin

14:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarên Frankfûrt û Maînzê, bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên AKP'ê li Kurdistanê dike, hat şermezarkirin.

Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Maînzê, ji bo balkişandina ser komkujiyên AKP'ê li Kurdistanê dike, li balafirgeh û televîzyona ZDF'ê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsên Jinê yên li Frankfûrt û Maînzê hatin lidarxistin de, dirûşma "AKP ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn. Bi dehan jinan li balafirgeha Frankfûrtê ji bo 15 deqeyan çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.

'Bêdengî hevkarî ye'

Jinan piştre li avahiya ZDF ku yek ji mezintirîn qenalên televîzyonê yê Elmanyayê ye, çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Jinan bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên AKP'ê li Kurdistanê dike, şermezar kirin û ji raya giştî xwestin, ku bikeve nava tevgerê. Jinan gotin "Bêdengî hevkariya sûc e."

(rc)