Qetilkirina jinan li Nisêbînê hate şermezarkirin
15:23
JINHA
MÊRDÎN - Aktîvîstên KJA’yê yên herema Mêrdînê li Nisêbînê li hev kom bûn û bi meşekî êrîşên dewletê yên li hember jinan şermezar kirin. Di daxuyaniya hatî dayîn de biryardariya têkoşînê hate dabihîstin.
Aktîvîsên KJA’yê yên herema Mêrdînê bi boneya êrîşên dewletê yên li hember jinê û qetilkirina jinan a di demên dawî de şermezar bike, li Nisêbînê li hev kom bûn. KJA’yî li ber avahiya rêxistinê DBP’ê ya Nisêbînê kom bûn û heta Seyrangeha Aşîtiyê ya li navenda Sûkê meş li darxistin. Di meşê de parlementera HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û gelek endamên KJA’yê amade bûn. Di meşê de jinan pankarta “Qatilê jinan dewlet e” û dowîzên jinên di demên dawî de hatin qetilkirin hildan û bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “Dewleta qatil dê hesab bide”, “Bijî berxwedana Nisêbînê”, “Bijî berxwedana Amedê” û “Jinên hatine qetilkirin rûmeta me ne” berz kirin.
Meş li ber Seyrangeha Aşîtiyê bi dawî bû û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê KJA’yê Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu daxuyanî xwend û îşeratî rapora ÎHD’ê kir û got ku di êrîşên dawî de herî kêm 400 welatî hatine qetilkirin û ji van welatiyan jî di nav 5 mehên dawî de di encama şerê qirêj de 53 jin û 45 zarok hatine qetilkirin. Perîhan destnîşan kir ku di qedexeyên derketina kolanan de ên li Kurdîstanê de jin bûne hedefa şîddetê û bi qetliyaman re rû bi rû mane û got ku bi qedexeyan re pîvanên êrîşan ên li hemberî jinan çiqaz mezin e li ber çavan e.
Piştî Perîhan parlementer Tuba Hezer jî diyar kir ku jin bi destê dewletê tên qetilkirin û got ku ew ê wek jinên kurd û ku azadiya jinê dixwazin li hember van polîtîkayên tevkujiyê yên dewletê têkoşîna xwe bilind bikin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi tilîlî û berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn û jin li wesayîtan siwar bûn û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kerboranê ber bi Kerboranê ve derketin rê.
(bg/eb/rc)
