Ji bo şikandina dorpêçê gel ber bi Kerboranê ve dimeşe
16:12
Kanûn
25
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Bi sedan kesên ku ji Hezex û Midyadê hatin û li taxa Xelîla bûn yek, ji bo dorpêçê bişkînin ber bi Kerboranê ve birêketin.
Ji bo dorpêç û qedexeya li ser Kerboranê ku ev 15 roj in bênavber dimeşe were şikandin, gel car din berê xwe da navçeyê. Ji navçeyên Hezex û Midyadê bi sedan kes li Taxa Xelîla ya Kerboranê kombûn. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş û Parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî di nav de bi sedan kes ber bi Kerboranê ve birêketin.
(zt)
