Girseya hewl da bikeve Kerboranê rastî êrîşa polîsan hat

17:06

JINHA

MERDÎN - Ji bo şkandina dorpêça ev 15 roj in li ser Kerboranê, girseya ku ji Hezex û Midyadê ber bi Kerboranê ketin rê ji ber astengkirina ketina bajar dest bi çalakiya rûniştinê kiribû, rastî êrîşa polîsan hat.

Ji bo şkandina dorpêça li ser Kerboranê ku êrîşên li dijî gel ev 15 roj in didome, gel careke din rêya Kerboranê da pêş çavên xwe. Berê bi çendan caran ketina navçeyê ceribandin, lê rastî astengiyên leşker û polîsan hatin. Heyeta ku wekîlên HDP’ê jî tê de, tevî rêyên alternatîf jî ceribandin dîsa hatin astengkirin. Gel di şikandina dorpêçê de bi israr e, îro dîsa kete rê. Girseya ku Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan, Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan, rêveberên HDP û DBP’ê yên Midyad û Hezexê jî di nav de bi sedan kes, ji Hezex û Midyadê hatin li Xelîla ya Kerboranê kom bûn û ji vir bi wesayîtan ber bi Kerboranê ketin tevgerê, vê carê jî ji aliyê leşker û polîsan di ketina Kerboranê de hatin astengkirin.

Girseyê li ser astengiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir, hewl da daxuyaniya çapemeniyê bide. Dema daxuyaniyê de rastî êrîşa leşker û polîsan a bi bombeyên gazê hat. Cih bi cih polîs guleyên rast bikar tîne, gel jî li dijî wê li hember barîqatên leşker û polîsan bi dirûşma, “Bijî Berxwedana Kerboranê” li ber xwe dide.

(rc)