Ji şînatiya Steviayê bazirganiya bi milyonan dolar
13:03
Sarya Gozuoglu/JINHA
ANTALYA - Di dunyayê de cihê taemên sunî digire. Li Tirkiyeyê rengek 'pincarê şekire' weke 'Stevia' tê naskirin cara yekê li Entalya tê çandin. Grow Fide û Fakulteya Ziratê a Zanîngeha Akdeniz ê (AU) bi hev re xebatek dan despêkirin. Di encama xebata wan ya tesîsatên helberînê de belkên vî pincarî heşk kirine, li gorî ku ji şekir 30 qat şîrîntire jî xwediyê kaloriyekî sifre.
Prof.Dr. Turgut diyar kir ku ev pincar tamek xwezayiye dikeve nava ava fêkiyan, vexwarinên bi gaz û heta di nava rengên xwarinê yên weke piskewît, çîkolata, pasta, kek û heta dikeve nava gelek xurekan, yan jî ji bo ketina nava wan destdayî ye. Turgut da zanîn ku taybetiya wê ya herî balkêş jî ewe di nava van xwarinan de xwediyê pileyeke kêm ya kaloriyê ye. Prof. Dr. Kenan Turgut dest nîşan kir ku şînatiya Stevia yê bi belkên xwe yên Steviol glikozit di gelek weletan de weke tameke xwezayî tê bi kar anîn û got: "Taybetiya herî giring ya Stevia glikozit ê li gel tama xwe ya herî bihêz jî xwediyê kaloriyek sifire."
'Belkên wê şînatiyê yên heşk ji şekir 30 qat şîrîntire'
Turgut diyar kir ku li Paraguaya di cihên 200-500 metre bilind, axên bi xîz û di nava salê de pileya germiya wê 25 û 1500-1800 milîlitre bi baran bi awayek xwezayî şîn dibe. Li deverên xwediyê avhewayek tropik û subtropik hêj xweşiktir çêdibin. Turgut da zanîn ku li Entalya di balqunên malan de jî dikare çêbibe. Ji derveyî Paraguaya cardin li welatên başurê Emerîqa Berezilya li gel di Asya de li welatên weke Çîn, başurê Kore, Hindîstan, Endonazya û Malezya bi hêsanî helberîna wê dikare bê dîtin. Li Paraguaya ji aliyê Kizilderiliyan ve weke "giyayê şîrîn" yan jî "belkên hingivînî" tên bi nav kirin û belkên vî pincarê şekir tê hişik kirin û di salate û xwarinan de tê kar anîn. Ji derveyî van jî di malan de di kelînin û ava wê weke xwarinên run tê xebitandin û dema ku belkên wê hişik dikin hur dikin dikin tuz û di xebitînin.
'Di bazirganiyê de bi pêşbiniyek hacmê wê 10 milyar dolar tê bikar anîn'
Li Tirkiyeyê ev pincarê şekir li herêma Pinarli ya Entalya di herêmek 70 donim erd de di tesîsata hilbarîna Grow Fide de hat çandin. Ev xebat di bin pêşengiya Beşa Giyayên Zeviyan a Fakulteya Ziraat ê ya AU de hatî despê kirin. Ceribandina yekê di sala 2011'an de hat kirin. Di ceribandina yekem de 1 milyan tov hat avêtin. Li hemberî ne ser keftinê di heman salê de cara duyemîn tov avêtin. Di cara duyem de li Pnarliya Grow Fide a Enstituya Beşa Bîstanan ya Zanîngeha Entalya hat çandin vê carê çêbû. 60 hezar tayê pincarê şekir çêbû û di nava hacmeke 30 hezar de hat belav kirin. Pincarê şekir yê xwediyê tameke xwezayiye di helberînên weke benzoik sulfinit, îçki, derman, mecuna diranan û weke dinê de ji bo xweşkirina tama wan tê karanîn. Ev pincarê şekir îro di bazirganiya cîhanê de xwediyê hacmekî li der dora 2 milyar dolar tê dîtin. Di nava 5 salên dema bê de dê ev pincarê şekir di nava xwarin û vexwarinên kelandî de di bazirganiyê de bibe xwediyê hacmekî 10 milyar dolar.
(zt)

