Xebatkara Azadiya Welat hate binçavkirin

14:03

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê xebatkara rojnameya Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz û jineke ku navê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsan serê sibehê li taxa Kuçukpinarê bi ser maleke de girtin û jineke ku navê wê nehat hîn bûn binçavkirin. Xebatkara Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz jî li nêzî Midûriyeta Polîsan a Dêrikê dema rojname belav dikir ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û hate binçavkirin.

Her du kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Dêrikê.

(rc)