Xezal Aras: Em hemû biryarên hêzên deshilatdar red dikîn

17:56

JINHA

AMED - Her roja ku diçe helbijartinên herêmî nêz dibin, namzetên hevşaredarên BDP'ê yên jin li Amedê di civîna çapemeniyê de amadekariyên xwe bi xwendina Daxwiyannameya Jinan diyar kirin. Namzeta Hevşaredariya Giyadînê Xezal Aras diyar kir ku ew dê girêdayî Daxwiyannameya Jinan ya hatî xwendin bimînin, li gorî wê xebatan birêve bibin û wiha got: "Ji bo cewherê îradeya jinan derkeve holê û îradeya jinan ya heyî cardin tevlî jiyanê bibe me daxwiyannameyek ji 25 rupelan amade kir. Di daxwiyannameya me amade kir de me biryara nepejirandina hemû pirojeyên jinan tune dihesibînin, li hemberî jinan û civakêne dan. Em weke rêveberiyên herêmî hemû biryarên ji aliyê hişmendiya mêrane ve tên derxistn red dikîn. Weke ku me di daxwiyannameyê de jî biryar dayî, emê jinan bingeh bigirin. Emê navendên ku bikarn cidî li ser pirsgirêkên jinan rawestin yên weke perwerd, civakî, tendurustî û çandê ava bikin û emê îmza bavêjin binê pirojeyan bi vî rengî."

Ji bo helbijartinên herêmî ên 30'ê Adara 2014'an de li Tirkiye û herêmê demeke kêm ma. Hêj gelek partiyên siyasî namzetên xwe diyar nekirine. BDP'e bi hişmendî û rêgeza xwe ya hevserokatiyan bi rêveberiyekî hevbeş bi diyarkirina namzetên xwe yên navend û navçeyan sitarta xebatên xwe yên helbijartinan dan. Girêdayî helbijartinan rêgeza hevserokatiyê ji aliyê têkela Tevgera Jinên Azad û Demoqratîk (DOKH) ê û Meclisa Jinên BDP'ê daxwiyannameya Jinan hat xwendin. Namzetê jin girêdayî helbijartinana konevaniya xwe bi raya giştî re parvekirin. Jinên kurd ên ku di raya giştiya cîhanê de şareş kirin. Niha jî bi pirojeyên xwe yên nû ên rêgeza hevşaredariyê jinan tevlî jiyana konevaniyê dikin. Weke yek ji 123 hevşaredarên jin ên BDP'ê Hevşaredara BDP'ê ya navçeya Giyadîna Agiriyê Xezal Aras nêzîkartiyên xwe ên hevşaredariyê di derbarê demokratîk, ekolojî  û azadiya jinan de vegot. Xezal di nava herêmên weke rêxistina xwendekarên Zanîngehê, Rêveberiya Navenda Agiriyê a BDP, endama Meclisa BDP'ê û Akademiya Jinan de cîh girtiye. Dê tecrube û deskeftiyên xwe yên 12 salan ên di nava xebatên tekoşînê de, niha jî li Giyadînê ji bo jin tevlî konevaniyê û hemû herêmên jiyanê bibin piroje daniye pêşiya xwe.

'Emê madela jinan ya di dîrokê de ji nû ve carekîdinê ava bikin'

     
Xezal da zanîn ku rêveberiyên herêmî hêzeke ji bo hevgirtina civakî derxistina holê. Xezal destnîşan kir ku rêveberiya dînamîkên civakî bingeh negire û dînamîkên civakê tevlî mekanîzmaya biryardayînan neke, ew wê rêveberiyê weke "rêveberiyek biyanî" di nirxînin. Xezal diyar kir ku ew weke BDP'e heger rêgeza rêveberiya cewherî bingeh digirin, dê ji bo civak di mekanîzmaya rêveberiyê de xwedî gotin bin bixebitin. Xezal bal kişand ser rolê jinê yê di nava civakê de û wiha domand: "Me zêhiniyeta dewlet parêz û hêzên ku di dîrokê de modela jinan têk birine parçe kirin. Bi mekanîzmeya biriyar girtina jinan, em ji rêgeza dewletê û nêrîna wan ya li jinan dur ketin. Li gel dewletê hiyerarşî pêşket û jin ji herêmên civakî dur xistin û di malan de hatin girtin. BDP weke despêkek modela jinan ya di dîrokê de di ecibînin bi hişmendiyk ekolojîk rêveberiya cewherî armanc kirine. Emê madela jinan ya di dîrokê de ji nû de bidin jiyan kirin û hêza biryar dariya jinan cardin bidest bixin."

'Li emberî rêgeza mêrane weke alternaltif avakirina rêgeza hevserokatiyê'
  
Xezal destnîşan kir ku di jiyanê de rengê jinê xuya nabe. Wan aramc kiriye bi rêgeza hevserokatiyê re dê jinan bikin îrade û got: "Di her navandên jiyanê de jin hatine paşve xistin." Xezal diyar kir ku şaredariyên berî niha yekane û rêgeza mêrane di parastin û wiha got: "Em nêrîna yekane, înkarci û mêrane red dikîn. Emê bi rêgeza hevserokatiyê di konevaniyê û hemû navandên jiyanê de cardin rengê jinan bidin jiyan kirin. Rêgeza hevserokatiyê li hemberî rêgezên ku hemû rengên jinan tune dikin rêgezeke alternatife. Emê bi hêza jinan modela jinan derxînin holê."

'Di tekoşîna kurdan de xala ku dihêle em hebin, me hevbeş dike feqîriya me ye'

Xezal da zanîn ku li Giyadînê eşîret bi bandorin û wiha berdewan kir: "Ji xwe dema ku mirov lê dinêre Amed prototipiya Kurdistanê ye. Li Giyadînê jin di malde hatine girtin, zarok hatine bê îrade kirin û li gel van jî ciwanan guhdar nakin û guh nadin pirsgirêkên wan." Xezal destnîşan kir ku li Giyadînê bûyîna namzata hevşaredariyê hem awantaj û hem jî des awantajên xwe hene. Xezal diyar kir ku ew weke BDP li gorî paradîkmaya hatî diyar kirin bixebitin dê gelek kêmaniyên heyî ji holê bidin rakirin. Xezal da zanîn ku li Giyadînê dê jinan tevlî konevaniya demokratîk bikinn û ev jî dê bibe sedema heta astekê derbaskirina nêrîna mêrane û got: "Di navendên xebatê de xala ku me bi hev re dihêle feqîriya me ye. Emê li Giyadînê nebûna xala hevbaş ya feqîriyê weke awantaj binirxînin. Emê bi xala hevbeş ya feqîriyê bên ba hev û bi gel re vê derbas bikin. Emê rêveberiyên herêmî civakî bikin û bi gotinên civakê hereket bikin. Tenê bi vê riyê emê bikarin gavên ber bi çav bavêjin."

'Emê li Giyadînê jinan tevlî konevaniya demokratîk bikin'

Xezal da zanîn ku dema wan weke namzetên hevşaredariyê ên BDP'ê daxwiyanname amade kirine, bi taybetî li ser pirsgikrêkên jinan rawestiyane û wiha got: "Ji bo cewherê îradeya jinan derkeve holê û îradeya jinan ya heyî cardin tevlî jiyanê bibe me daxwiyannameyek ji 25 rupelan amade kir. Di amade kirina daxwiyannameyê de me biryar girt ku em hemû pirojeyên jinan tune di hesibînin û li dijî jinan û civakêne napejirînin. Em weke rêveberiyên herêmî hemû biryarên ji aliyê hêzên deshilat ve hatîn dayîn red dikîn. Weke ku di daxwiyannameyê de me biryar dayî emê jinan bingeh bigirin. Emê pirsgirêkên jinan bi awayekî cidî bigirin dest û di herêmên perwerde, civakî, tendirustî û çandê de emê îmza bavêjin binê pirojeyên ku jin têde hane." Xezal destnîşan kir ku dê hemû jinên rêveberiyên herêmi ên BDP'ê dê terazuna xwe amade bikin û berhev kariya ji wê terazunê derkeve dê tenê ji bo pirojeyên jinan bixebitînin. Xezal diyar kir ku ji bo binhişiya jinan derxînin holê dê akademiyên jinan, di nava civakê de xizmetên civakî yên bi pirsgirêkên jinan re mijul dibin yên weke navandên çandê, herêmên abariyê, atolyeyên jinan û navendên perwerdê yên jinan avabikin û got: "Li vê derê armanca me ewe ku em jinan tevlî karên raya giştî bikin û jin bikarin li ser lingê xwe bisekinin."

'Hebûna jinan ya di rêveberiyên herêmî de dê bibe sebeba guherîna nêrîna civakî'

Xezal da zanîn ku jin di herêmên deshilatiya mêran ji wan re diyar kiriye têde dijîn û got: "Emê di rêveberiyên herêmî de vê nêrîna ku ji bo jinan hatiye diyar kirin bişkênin. Weke ronakbîrekê goti 'Yên ku nikarin ji bo xwe bifikirin, nikarin xwe danin holê.' Em jin dema ku ji bo xwe ne fikirin, emê nikarin hişmendiya civakê biguherînin. Nêzîkatiyek bi vî rengî ne gengaze. Ji ber van sedeman hevalên me jinên tekoşer tên qetil kirin. Li Parîsê 3 jinên konevan Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji ber van sedeman qetil kirin. Yên ku xwediyê zêhiniyeta mêrane xwestin bi qetilkirina 3 jinên ku di ferqa îradebûyîna jinan de çavên jinên dinê bi tirsînin. Lê em jinên kurd emê di rêveberiyên herêmî de li ser van hişmendiyan bi sekinin û nêrîna civakê bidin guherîn. Bersiva herî baş ji bo darbeciyan jinan tevlî tekoşînê kirin, bi rêxistin kirî li navendan kom kirine. Armanca me ya herî mezin em bi piştevaniya akademiyan jinan tevlî jiyana civakî, wêje û hunerê bikin û tekoşîna jinan bihêz bikin."

'Weke kevana rakişandî emê tîra xwe herî dûr bavêjin' 

Xezal diyar kir ku ew hişmendiya konevaniya demokratîk ya yekane û deshilat na pejirînin û wiha domand: "BDP'e ya ku hişmendiya konevaniya demokratîk bingeh digire, bi rêgeza xwe ya hevserokatiyê dê hişmendiya yekane bi erdê re bikin yek. Hevalên me yên jin li her derê dê tekoşîna xwe bidomînin. Tucarî îmza navêtina binê projeyên hişmendiya mêrane û dê tucarî nepejirînin. Li her herêmê dê jin bi rengên xwe tevlî bibin û dê jiyaneke nû biafirînin. Weke gotinek pêşiyan ya çîniyan dibêje 'Ji bo tîrek herî dur bê avêtin, divê kevan pir paş bê kişandin.' Em kurd ji dîrokê heta niha ji aliyê hişmendiya yekane ve herî li paş mayîn. Niha dema şiyarbûna meye. Weke kevana herî paşde dayî, emê tîra xwe herî dur bavêjin."


(zt)