Cenazeyên Ayşe û Huseyîn rakirin nexweşxaneyê

17:34

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên Huseyîn Guzel ê beriya 10 rojan û Ayşe Buruntekîn a beriya 6 rojan li Sîlopiyê hatin qetilkirin rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Sîlopiyê.

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê beriya 10 rojan welatiyê bi navê Huseyîn Guzel (70) û beriya 6 rojan jî Ayşe Buruntekîn a 40 salî ya dayika 9 zarokan ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn qetilkirin. Cenazeyên herdu welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.

Li navçeyê canezayên 4 kesên ku hatine qetilkirin jî hê li mizgeft û malan tên rawestandin.

(rc)