ROJEVA 27'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*ODKG'ê tevahî jin dewatê panêla 'Xwerêveberinê' a ku di 29'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Nûda were li darxistin kir. Aktîvîstên ODGK'ê piştî panêla ku wê li Wanê bê li darxistin, dan zanîn ku di 9'ê Çileya 2016'an de wê wek jinên Wanê bi aweyek xurt tevlî Kongreya Jinên Ciwan ên Amedê bibin.
*Li bajarê Qamişlo Akedemiya Şehîd Necbîr, Dewreya Şehîd Toprak bi merasîmê bi dawî kir.
*Bi boneya bilindkirina berxwedana jinên Surê û pariyê xwe par kirinê dê jinên di saziyên Elewiyan de di 3 yê çile de ber bi Surê ve bimeşin.
*Ji jinên Cizîrê yên ku 14 rojin li hemberî tang û topan bi diruşme û tilîliyan li ber xwe didin peyam heye; "Êdî dewlet ji pistuwa me ket. Dê rojekê saraya we hilewşe lê emê têk neçin."
*Hevberdevka KJA yê Ayla Akat diayr kir ku dê jin li hember hişmendiya mêrane bi rêxistinbûna xwe ya tayîbet pêşengiya rêveberiyên cewherî bikin û got: "Dê jin desketiyên xwe bi rêxistinbûn û berxwedana ku îro di navê dene di pêvajoyê de hebûna xwe bide diyarkirin. Dê jin bi rêxistinbûna xwe bi guherîn û veguherîna xwe rola xwe ya di şoreşê de bilîze."
