'Konevaniya ku dijminê jinane bû qatîlê Qederê jî'
10:38
JINHA
STENBOL - Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bertek nîşanî nêrîna Wezîra Koneyana Civakî û Malbatan Ayşenur İslam ya ku zewaca di temenê biçuk de weke 'bêguneh' dît dan. Platformê gotin: "Li Sêrtê Qeder Eren a 12 salî li gorî kevneşopiyên civakî hatî zewicandin û di mezela xwe de kuştî hatî dîtin. Hejmara zarokên zewicandî di van 3 salên dawî de li gorî hêjmara fermî 130 hezar derbas kiriye. Qeder tenê ji wan yeke. Hikumeta AKP'ê hatî li ser deshilatiyê heta niha bi konevaniya dijminatiya jinan bû qatîlê Qederê jî.
Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bertek nîşanî nêrîna Wezîra Konevaniya Civakî û Malbatan Ayşenur İslam ya ku zewaca di temenê biçuk de weke 'bêguneh' dît dan û wiha gotin: "Di meha derbasbûyî de Kiryarên Wezîra Konevaniya Civakî û Malbatan Ayşenur İslam despê kirin. Ayşenur İslam hatî ser kar nehatî ser kar tevlî turena zewacê bû weke Wezîra berê Fatma Şahîn di got: 'Piraniya torenên zewacan bêguneh tên kirin. Kes naxwazin zarokên wan xirabiyê bikirn, ji ber wê jî divê hişmendî bê dayîna wan.' Bi kuştina Qederê re zewicandina zarokan hat rojevê 'bêguneh' bûna wan hat dîtin. Li gorî saziya dewletê ya fermî TUİK'ê rêjeya 'zewicandina zarokan' ji sedî 32 hat dîtin. Em weke jin vê daxwiyaniya Ayşenur İslam kirî na pejirînin."
'Despêkê hişmendiya bûyî sebeba qetil kirina Qederê şermezar bikin!'
Endamên Platformê diyar kirin ku bi zewicandina zarokan û kuştina jinan weke çaxa navîn "perwerde şerte" li şuna pirsgirêkê bingeh bigirin, li gorî mercên konevaniyê nêz dibin û gotin: "Berî ku perwerdeya mela, mamosta, kiya û şaredaran divê despêkê hişmendiya ku bûye sebeba qetil kirina Qederê bê şermezar kirin. Di van 3 salên dawiyê de li horî hejmara fermî zarokên hatine zewicandin 130 hezar derbas kiriye. Li Sêrtê Qeder a 12 salî li gorî kevneşopiyan hatî zewicandin û di mal de kuştî hatî dîtin tenê yek ji wane. Hikumeta AKP'ê hatî li ser deshelatiyê heta niha bi konevaniya xwe ya dijminahiya jinan kirinê bû qatîlê Qederê jî."
'Heta cînayet bi dawî nebin emê pistiwa we bernedin'
Platformê gotin: "Heger ders ji zarokên hatîn zewicandin yên weke Emîne Yayla hatibana girtin, dibe ku Qeder ne hatana kuştin. Heger Qeder di 12 saliyê de nehatana zewicandin. Perwerde nehatibana xistina 4 salan, pêşiya zewicandina zarokan nehatana vekekirin, zagona ji bo qurumayên jinan nexistana meryetê. Serokwezîr bi daxwiyaniyên xwe dijminahiya jinan nekiribana. Wezîrên jin ne rakiribnana, ji bo jinan muçe cuda kiribana. Ji bo berdana jinan kelem dernexistibana. Wezîra Konevaniya Civakî û Malbatan Ayşenur İslam li şuna di perwerdê de li çareseriyê bi geriyabana, divê gavên bi vî rengî bavêtibana. Em bang li berpirsên hikumetê dikin ji bo pêşî lêgirtina zewicandina zarokan hemû hêza xwe seferber bikin. Em weke Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan heta pêşî li zewicandina zarokan neyê girtin û cînayetên jinan bi dawî nebin emê pistiwa we bernedin."
(zt)
