Berxwedana Cizîr û Silopiya di roja 14'an de berdewam dike

11:39

JINHA

ŞIRNEX - Tevahiya şevê ser gelê Cizîr û Cizre û Silopiya yên parastina xwe ya cewerî dikin êrîşan berdewam kir. Taxên Cudî û Nuh ên Cizîrê tevahiya şevê hatin bombabarankirin. Li Silopiya jî zora koçberiyê li welatiyan dikin.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd bi hemû hovîtiya xwe didomin. Di roja 14'an de jî berxwedana gel a bêhempa berdewam dike. Hêzên Parastina Sivîlan jî bersivên tund dide. Hêzên dewletê ku av û ceyranê li ser gel digirin, dixwazin gel bi zorê ji navçeyê koçber bikin.

Hêzên dewletê şevê din bi tanq û topan êrîşê taxên Cudî, Nûh, Barbaros, Şehîd Haron, Karşiyaka û Başakê kirin. Li dijî êrîşên dewletê yên heta derengiya şevê domkirin, hêzên berxwedana gel jî bersivên tund dan. Hêzên dewletê yên nekarîn bikevin taşên barîqat lê heyîn, êrîş birin ser taşên bêbarîqat. Hêzên dewletê ku ketin malên gelek hemwelatiyan gef xwarin û bi derpkirinê xwestin ku ji malên xwe derkevin. Hemwelatiyên li dijî terkkirina mal û taxên xwe hatin jî rastî şideta hêzên dewletê hatin.

Hemwelatiyan anî ziman ku hêzên dewletê di dema serdagirtinên malan de pirsa, "Meleyek terorîst li vir heye" kirine. Hate zanîn ku meleyê hêzên dewletê lê giriyayî Mele Hasan Sanir ê duh hatî qetilkirin e. Cenazeyê Mele Hasan hêj li mala wî tê rawestandin. Di encama êrîşên dewletê yên li hemberî taxan de jî gelek mal şewitîn û ziyan dîtin.

Li Cizîrê jî êrîşên li hemberî taxên Cudî û Nurê bi hemû şideta xwe berdewam kir. Di encama êrîşên tanqan de hind malan hasar dît. Her wiha hêzên dewletê şevê din xwestin bi tanq û wesayîtên zirhî bikevin taxê. Hate ragihandin ku hêzên parastinê bersivek tund dane û wesayîtek zirhî ya bi navê kobra îmha kirine. Tevahiya şevê jî êrîşan û berxwedana gel dom kir. Hate zanîn ku di encama îmhabûna wesayîta zirhî de hin polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

(ekîb/eb/zt)