Aylîn: Heger li hemberî tacîzê bê deng bimînim nikarim bibim dengê tu tacîzan
13:10
Gulşen Koçuk/JINHA
AMED - Kêmbûna rêjeya jinên di ferqa şidet û tacîza li ser jinan de bi serê xwe pirsgirêkeke. Ji ber van sedeman ji bo jinan "peytandin!" yek ji binpêkirina mafan ya herî zore. Aylin Kirikçi diyar kir ku bi xwe rastî tacîzê tê lê ji ber pîşeya yê tacîz kirî dengê xwe bilind nake û got: "Ez ji bo vê tacîzê dengê xwe nekim, di tevayî jiyana xwe de ezê ji bo tu tacîzan dengê xwe nekim. Heta niha tacîzên ku min jiyan kirî her dem ji nedîtîve hatine. Ji niha û pêde êdî ezê bertek nîşan bidim. Di rewşek wiha cidî de kesê li beranberî min, taybetiya sitatuya wî û xwediyê demboriyekêye lê vê demboriya xwe weke primkê di destê xwe de dixebitîne. Ji bo min pêşandana ruyê wî yê nayê dîtin xalekî jê negere."
Şideta li ser jinan bi her awayî li cihê ku mêr lê ne bi hebûna xwe dide berdewam kirin. Her roja ku diçe tacîza li ser jinan zêde dibe. Li gorî hişmendiya mêran jinan li her derê bi cîh dikin. Hêj tiravmayên jinan jiyan kirîn nehatîn derbas kirin. Bi çêkirina hevokên "hişê jinê bingehe lê..." Di rastiyê de li pey dubare ketina jinan digerin. Ji xwe dema ku tacîzcî xwediyê nasnameyek polîtîk be û ji aliyê derdor ve "bê heskirin". Di van rewşan de jin ji bo xwe "peytandin" û binpêkirina mafan ya li hemberî xwe hêza vegotinê di qedîne. Di nava jiyana rojane de bi hezaran jin di aliyê derunî, fîzîkî, aborî û rastî tacîza devokî tên ji van parekî gelek kêm di ferqa wan denin û li hemberî wan serhildan kirine. Di nava hezaran jin de Aylîn Kirikçi dengê xwe bilind kir û îradeyekî bi vî awayî qazanc kir. Di Îlona sala 2013'an de hêdî hêdî despêkir, her ku çu zêde bû û berdewam kir. Aylîn da zanîn ku bûyera bi serê wê hatî vegotina wê zore lê bi piştevaniya jinên rêxistin kirî dest bi tekoşîna xwe kir.
'Pejirandina buyerê weke tacîz bûye hêsan nebû'
Ji parêzerên stajger Aylîn Kirikçi destnîşan kir ku pêvajoya pejirandina tacîza bûyî ji bo wê hêsan nebû. Aylîn diyar kir ku ji meha Tebaxê heta niha li gel Sedat Yurttaş weke parêzer xebatên xwe yên sitajgeriyê despê kiriye. Aylîn da zanîn ku ji bo di pêvajoya sitajgeriyê de ji tecrubeyên wî yên siyasî jî sud bigire di çu li gel Sedat Yurttaş. Aylîn destnîşan kir ku di dema nû dest bi xebata xwe ya sitajgeriyê kirî têkiliyên wan bi awayê parêzer- stajger bi fermî despê kirin û got: "Heta di aliyê polîtîk de jî peywendiyên me berdewam dikir. Bi xwe roja duşemê di Radîqalê de nivîs di nivîsî li ser nivîsên wî me danusitandina ramanê dikir."
'Despêkê min nêzîkatiyên wî 'bê guneh' nirxand'
Aylîn da zanîn ku di "saetên sekreter neyî" de nêzîkatiyên wî despê dikirin, despêkê min "bê guneh" lê dinêrî û wiha domand: "Ew bi xwe weke ku ji ailiyê derdor ve tê naskirin, bi wê germahiyê nêzî xwe dibû. Lê li gorî min ev nêzîkatiyek mirovan nerihet dike." Aylîn destnîşan kir ku tacîzcî ferq dike ya li hemberî wî aciz dibe, lê weke ku ya li hemberî wî ne xwediyê hêza vegotinê ye û dê nikare vê bine ziman rehet bû. Aylîn anî ziman ku ji aliyê hêza ku deruniya mêrên tacîzkar ve bi gotinên weke: "Tu şaş tê gihiştê. Li hemberî te helwestek ya mina bi vî rengî nîne." Aylîn diyar kir ku di nava demê de êdî temasa fîzîkî despê kir, bi awayekî rêkupêk tacîz berdewam kir û got: "Despêkê ji xwere zemîn amade dikir. Di despê kirina axaftinên xwe de bi awayekî min hestiyar bike despê dikir. Dema ku ez di ketim dozan nêzîkatiyên min yên hestiyarî têgihiştibû. Ji ber ez stajer bûm bi ketina dozan û derketinê, min xwe ne baş hîs dikir. ew jî hêj zêdetir hewil dida xwe nêzî min bike."
'Tacîzciyan armanc kirine sîtemkariya xwe biparêzin û birêkupêk bidomînin'
Aylîn diyar kir ku tacîzê pêvajoyek qasî du heftiyan doman û vê pêvajoyê li ser wê sîtemkariyekî navbeyin kar didomand û got: "Di wê pêvajoyê de li gorî şertên min yên kesanî, ji xwe min ev tacîz anî ziman, bi dengekî bilind min got ji xwe ev ew niha li min vedigere. Ji ber nasnameya wî ya siyasî, statuya wî û weke rewşa aborî ze di fikirîm ku min bêmaf derxînin, ez bê deng dibûm. Evane hemû dibûn sedem ku ez bê deng bimînim." Aylîn da zanîn ku piştî tacîza dawiyê êdî bi malbat û hevalên xwe re parve kir. Li gorî teoriya tacîzê dizanî jî hêj ne dipejirand, li gorî ku bi derdor re axiviyî biryara herî baş ya girtî dev ji karê xwe berda.
'Yên ku ji wî hez dikin nikarin tecawizcîbûna wî bi guherin'
Aylîn ji bo pêvajoyê ev got: "Dema ku ez ji kar derketim min xwe hinek rehet hîskir, lê ev ji bo min ne rehetîyek bû. Ji bo min pêvajoyek ya hesab pirsînê despê kir. Ji bo min ji tevgera azadiya jinan bawer kirin û di nava rêxistinek ya jinan de cîh girtin weke nakokiyekê bû. Di vê ez bi vê nakokiyê re ru bi ru bibim. Yan minê dengê xwe bilind bikiribana û ew kesê tacîzcî bidana nas kirin yan jî minê dengê xwe ne kiriban û weke tuştek nebûyî ezê ji wê derketibama. Ev nakokî bi qasî 3 mehan domand. Çun û hatineke mezin min jiyan kir. Di meha despêkê de hêj bûyer tacîze yan na min di hindirê xwe de nîqaş dikir. Derdora min jî çima ez bûyerê weke tacîz na pejirînim tê ne digihiştin. Ji bo min weke jinek rêxistin kirî û rastiya jin bûna min tuştek nayê guhertin. Ji bo min 25'ê Mijdarê roj şideta li hemberî jinan weke raperînekê bû. Ew girêdayî şideta cinsî ya min jiyan kirî û bertek nîşan dana min bû. Ez ji bo vê tacîzê dengê xwe bilind nekim, di tevayî jiyana min de ezê ji bo tu tacîzan dengê xwe bilind nekim. Heta niha tacîzên ku min jiyan kirîn, her dem min ji nedîtî ve lê nêriye. Lê ji niha û pêde ezê êdî bertek nîşan bidim. Di rewşekî wiha cidî de kesê ku li beran berî mine teybetiya statuya wî, demboriya jiyana wî çî dibe bila bibe, lê ev demborî weke primekê di destê xwe de gerandin û xebitandin ji bo min tehşîr kirina wî rewşeke jêne gere. Hêj ew ji aliyê derdor ve tê naskirin, heskirin û ji fikirên wî re rêz digirin. Lê di rastiyê de ev mirovek tacîz kare û tenê jinên ku ji aliyê wî ve hatîn tacîz kirin vê dizanin. Rewşa ku ez ketîmê tacîza yekê nebû. Ji bo wî jî tacîza yekê nebû. Ewqas tacîz kirin, ewqas ji xwe bawer, dibe ku ev ji tecrubeyên wî yên berê bên."
'Nakokiyên min ên hundirîn asta hişmendiya min bilind kir'
Aylin, da zanîn ku di şert û mercên ku di nav debû, ji ber statuyê têkoşînek mezin da û wiha got: "Ev cihê ez lê ji bo min cihekî jiyanî bû. Ewil di 23'ê kanûnê de min serî li Baroya Amede da. Piştre min serî li dozgeriyê da. Baroyê ji bo der barê vê yekê de rapor amade bike encamê muhakik hilbijart. EV rapora ku ji aliyê endamên muhakkik ve bê amadekirin dê di rêveberiyê de bê nirxandin. Piştre dê sewqî lijneya dîsîplînê bê kirin. Di vê pêvajoya ku tije nakokî de di hiş û mejiyê min de hilpekînek pêk hat. Aylin, da zanîn ku di vê pêvajoyê de bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin kir û wiha got: "Tiştê heri bi pirsgirêk kesên ku dibêjin 'Daxuyaniya jinan ji bo me esas e' ev tişt fam nekirine û li dijî wê tev digerin. Hin mirov dibêjin 'Ez ji te bawer nakim' 'Sedat Yurtdaş tacîzî te nake' dibe ku niqaşek hêsan be. Lê niqaşa bi kesên ku dibêjin 'Daxuyaniya jinê ji bo min esas e' bêtir zahmet e."
Pêvajoya piştî biryara têkoşînê dijwartir bû
Aylin, da zanîn ku pêvajoya ku piştî wê biryara têkoşînê da ji bo wê bêtir zahmet bû û wiha got: "Min serî li ÎHD'ê da. Min henû tişt vegot. Min got ev ne eyba min e. tu carî tacîz nebû şerma jinê. Her tim ez xistim rewşa weki kesa neçar e xwe biparêze. Vê yekê ez pir xistim nava zahmetiyan Aylin, da zanîn ku ew ne kesa ewil e û ne kesa dawî ye ku rastî rewşek wisa tê û wiha berdewam kir: "Sazî û dezgehên jinan ê herî zêde têkoşîna bi bandor didin kesên hişmendî û şoreşa jinê fam kirine.
Aylin, da zanin ku gelek jinên wekî wê rastî tacîzê hatine û nikarin bînin ziman hene û xwest êdî vê yekê bişkînin. Prz. Sedat Yurttaş jî têkildarî îdîayan diyar kir ku tişteki wisa tune. Yurtaş, da zanîn dixwazin bi vê yekê wî reş bikin û dê li hemberî vê yekê têkoşîna hinqûqê bide.
(zt)

