Li Cizîrê êrîş giran bûn, gel bi tilîliyan li kolananin
15:10
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yê li dijî taxan zêde bûn. Ciwanê bi navê Mehmet Erîç ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê terora dewletê ya ku ev 14 roj in li hemberî îradeya xwerêveberiyê ya gel berdewam dike, di saetên nîvro de zêdetir bû. Li dijî taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê topebaran tên kirin, polîs jî bi wesayîtên zirxî gulebaran dike. Di encama topebaranê de li taxa Sûrê gelek mal texrîb bûn û li maleke de jî şewat derket. Li gelek noqteyên navçeyê du bilind dibin.
Li kolana Bîlen a di navbera taxên Yafes û Alîbeyê jî ji ber gulebarana ji wesayîta zirxî ciwanê Mehmet Erîç (23) bi giranî birîndar bû. Mehmet ji aliyê welatiyan ve li cihê birîndar bûye hate girtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li girê Caferî Sadik ê li taxa Cûdiyê jî mala Serokê Egîtîm Sen'ê yê Cizîrê Osman Tetîk ji aliyê tîmên taybet ve hate gulebarankirin. Osman ê ku malbata wî li malê bû ji bo xwe biparêzin xwe spartir bodruma malê.
Li dijî êrîşan li taxan bi parastina cewherî ve bersev tê dayîn. Gel dadikevin kolanan û bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" berxwedanê geştir dikin û piştgiriyê didin hêzên parastina cewherî.
(zt)
