ROJEVA 28'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Îzmîrê bertek nîşanî qirkirinên li Bakurê Kurdistanê tên jiyankirin dan û gotin: "Bi navê min birayê minê kurd qetilneke." Jinan dan zanîn ku ji Îzmîrê ber bi Kurdistanê ve dê 'Pira Xuşkan' avabikin.

* Jinên Wanê di salvegera komkujiya Roboskiyê ya ku di nav de zarok jî hebûn 34 kes bi bombebaranê hatin kuştin bi tund şermezar kirin. Jinan gotin ku fermana komkujiya Roboskiyê Erdogan daye.

*Jinên bajarê Hesekê salvegera komkujiya Roboskî bi bîranîn û diyar kirin ku hîna hişmendiya komkujiyê li ser kare.