Hişyariya: Jinek di bin xetereya mirinêdene!
16:43
JINHA
WAN - Li Tirkiye yê jin herî nêzî ji aliyê mêrên xwe ve di bin xetereya kuştinê de nin û her roj li ber çavê me 5 jin tên qetil kirin. Ji wan jinan yek jê Nesîbe Îşik Kaval e. Nesîbe diyar kir ku di 23 yê çile de doza berdana wê despê dike û ew ji aliyê hevserê xwe ve hatiye tehdît kirin û got: "Ricaya min ewe ne piştî mirina min niha ji bo rewşa min tiştek bê kirin. Piştî mirina min zarokên min bê dayîk bimînin êdî navê min li cihanê bê nivîsîn neyê nivîsîn ji bo min ne giringe."
Li ser erdnîgariya ku em dijîn her roj 5 jin ji aliyê mêran ve tên qetil kirin. Erê kî van jinan qetil dikin? Bav, bira û hevserên wanin? Yan jî dozgerên ku giringiyê nadin danezana cezayê kujerên jinan û fermana ewlehiya jinan nadin. Dozgerên buhaneyên qatîlan rewa dikin û ji bo qatîlan sepandinên weke "Li hember kirinên bê maf hatina xwarê" yan jî "ewlehiya min ya can nîne" dibêjin. Yan jî hêzên dewletê yên ewlehiya parastina jinan nadin û bi qatîlên wan re di nava aştî û hevsengiyê de dijînin? Yan jî malbatên wan yên gotinên wiha hevserên wan "Emê hez jî bikin û lê jî bixin. Bavên wan "Ew tenê bi kefen dikarn carekîdinê li mala min bizivirin" dibêjinin? Heger li mirina jinan bê nêrîn di "hêlînên kêfxweşiyê" de tenê jin ji aliyê mêran ve nayên kuştin. Tetkê mêr dikêşin, yên ku rolê jin û mêran di nava civakê de diyar dikin û wan hebs dikin rêgeza zayend parêziye. Yek ji van jinan jî Nesîbe İşik Kaval, şideta ku ji hevserê xwe dîtî, di pêvajoya despêkirina berdanê de rastî pêkutiyên civakî hat. Ji bo dengê xwe bide bihîstin, bi kinasî qala jin bûna li vî weletî kir.
'Ji tirsa eşîretan kes nabin şahîd'
Nesîbe ya ev 19 salin zewiciye li gel hemû şideta jiyan kirî ji bo pirsgirêkên ku dijî dernexe ji derve berxwedanek mezin kiriye. Nesîbe diyar kir ku di bin pirsgirêkên ku jiyan kirî de hatiye perçiqandin û wiha got: "Şideta ku min jiyan dikir min nedihêla kes bizane. Min şerm dikir û ez di tirsiyam." Nesîbe da zanîn ku li hember pêkutiyên jiyan dikir êdî nekarî xwe bigire û biryara berdanê da. Nesîbe destnîşan kir ku di pêvajoya berdanê de gelek zorî kişandiye. Nesîbe diyar kir ku dema wê biryara berdanê daye rastî bertekên eşîran hat û weke "jina xirab" dihat nav kirin. Nasîbe da zanîn ku di eşîretan de "berdan nabe" û jêre di hat got: "Çî bibe bila bibe divê tu dev ji berdanê berdê" li gor van hemû yan jî wê dev ji xebata xwe ya ji bo berdanê berne daye. Nesîbe diyar kir ku wê şahidî ji pirsgirêkên gelek jinan re kiriye lê ji tirsan dengê xwe ne kiriye, hevalên wê jî ji tirsa eşîretan newêrane şahidiya berdana wê bikin û heta parêzer jî ji tirsa eşîran xwe nadin ber doza wê.
'Berî ez bimirim bila mafê min ê jiyanê bê parastin'
Nesîbe da zanîn ku despêkê her du malbat jî li hember der ketin, lê niha malbata wê piştevaniya wê dikin û got: "Ez ji biryara xwe ya berdanê na gerim. Ji ber li hemberî min bi xwe rêzdariya min heye." Nesîbe destnîşan kir ku ew gelek giringî dide jinên ku di vê erdnîgariyê de dijîn, lê ji bo piştevaniyê wê li gelek deriyan xistye kesê derî lê vene kiriye û piştevaniya wê ne kirine. Nesîbe diyar kir ku li hemû saziyên jinan geriyaye û heta li gel parlementekê jî hevdîtin kiriye û got: "Ez dixwazim hêj dereng neketî çareyek ji rewşa min re bê dîtin. Dama ez mirim bila kes li ser min rantê nekin. Heger hinek li çareseriyê digerin bila berê bikin. Dema jinek mir bila êdî mafê wê ne parêzin. Ji ber tu wateya wê namîne."
'Her dem li ber nefesa mirinê me!'
Nesîbe da zanîn ku bi xwestina berdanê re hemû birusk li ser serê wê teqiyan û wiha domand: "Roja pêşemê doza berdana min despê dike, ev ne tenê ji bo min di heman demê de ji bo malbata min jî cihê metirsiyê ye. Derdor her dem li ser malbata min tundî dikin. Dibêjin 'heger we piştevaniya keça xwe nekiribana dê wê jî dev jê berdabana, ev di ruyê we de ewqas didome.' Dema dayîk û bavek bixwazin li zarokên xwe xwedî derkevin rastî tundiya derdor tên." Nesîbe destnîşan kir ku dema biryara berdanê deya heta niha rastî tehdîda hevserê xwe tê û dema der dikeve ji derve bi tirsa mirinê vedigere. Nesîbe diyar kir ku di her dîtina hevserê xwe de rastî gotinên weke "Ezê te bikujim tenê mirin dikare me ji hev bike" tê.
'Bi milyonan jin bê deng ber bi mirinê diçin'
Nesîbe da zanîn ku bi milyonan jinên weke wê hene bê deng, na axivin, rastî tehdîdan tên hene. Nesîbe destnîşan kir ku berî niha demekê hevalek ya wê ji ber pirsgirêka wê nehat çareser kirin xwe întihar kir, ew naxwaze bê deng bimîne, ji ber we bawer dike cihê ku pirsgirêk hebe neyê çareser kirin xirabî jê çê dibin. Nesîbe da zanîn ku dewlet çare bi quruma gerana jinan dibîne, lê cihê ku jin bi quruma digerin tên qetil kirin. Nesîbe destnîşan kir ku bila zu çareyek ji vê yekê re bê dîtin, dema jin hatin qetil kirin êdî ji bo wan meş û mitîngan bikin tuştekê îfade nake û got: "Ricaya min ewe berî ez bimirim ji bo min tuştek bê kirin. Dema ku zarokên min bê dayîk man êdî navê min li cihekê bê nivîsîn neyê nivîsîn ji bo min ne giringe."
(zt)

