Li Kerboranê dewletê zarokek din birîndar kir
11:14
Kanûn
28
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê di roja 17'an a êrîşan de jî zarokê bi navê Adem Îşliyem birîndar kir.
Êrîşên dewletê yên tevkujiyê li ser gelê Kerborana Mêrdînê di roja 17'an de jî berdewam dikin. Şevê din jî hêzên dewletê taxên navçeyê demek dirêj gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Adem Îşliyem ê 16 salî birîndar bû. Îşliyeme rakiriN Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Tedawiya Îşliyeme berdewam dike.
(ekîb/eb/rc)
