Li Nisêbînê komkujiya Roboskî hat şermezar kirin

14:20

JINHA

NISÊBÎN - Li Nisêbînê bi daxuyaniyek çapemeniyê komkujiya Roboskî hat şermezarkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'a Nisêbînê salvegera 4’emîn a komkujiya Roboskî bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezar kirin. Di daxuıyaniya li ber avahiya DBP’ê hat dayîn de hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, rêveberên DBP, HDP, nûnerên saziyinê civakî yên sivîl, endamên Meclîsa Dayikêş Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Li ser navê girseyê Hevserokê HDP’a Nisêbînê daxuyanî xwend û diyar kir ku ev bû 4 sal di ser qetliyama Roboskî de derbas bû û got ku heta niha kes nehat darizandin û lêpirsînek ciddî venekirine.

Daxuyanî bi slogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(bg/zt)