Ji saziyên jinan piştevaniya ji bo Aylîn K
08:54
JINHA
AMED - Saziyên jinan piştevaniya xwe ya ji bo Aylîn ya ku li gel parêzer Sedat Yurtdaş stajgerî dikir û ji aliyê wî ve hatî tacîz kirin anîn ziman û diyar kirin ku dê ji bo vê û dozên mîna vê bêdeng nemînin, bertekên xwe nîşan bidikin û dozên wan bişopînin.
Li Amedê ji bo parêzer Aylîn ya li gel parêzer Sedat Yurtdaş stajgerî dikir û ji aliyê wî ve hatî tacîz kirin piştevaniya xwe dan diyar kirin. Saziyên jinan yên weke Jinên Demokrat ên Nû, Meclisa Jinên Sosyalîst, Keskesor LGBTİ, DOKH, Meclisa Jinan a KESK'ê û aktîvîstên Jinên Ciwan û Azad bi civînek ya çapemeniyê tacîza ku hatî kirin şermezar kirin. Civîna çapemeniyê li salona Navenda Rêxistina ESP'ê ya Amedê pêk hat. Di salonê de panqartên weke "Em li hember tacîz û tecawîzê bê deng namînîn. Parêzer Sedat Yurdaş dê hesab bide." hatin vekirin. Li ser navê jinan aktîvîsta Jinên Demokratîk ên Nû Gamze Gunduz daxwiyanî xwend. Gamze diyar kir ku têgeha namusê ji aliyê civakê ve li ser bedena jinan tundiyê dide çêkirin û got: "Tundiya civakî, piştî şideta zayendî qirêj nîşan dana jinan, gunehbar kirin, di be sebeba jin xwe bê çare û tenê hîs bikin. Bi hişlmendiya divê jin li hemberî tacîz û tecawîzê dengê xwe nekin. Bi vî awayî mêr dixwazin jinan bê îrade bihêlin."
'Ji bo me îradeya jinan bingehe'
Gamze da zanîn ku hevala wan serî li gelek dam û dezgayan daye lê her dem bi çavekî megazînê li bûyerê hatiye nêrîn û wiha domand: "Sedat Yurtdaş bi nasnameya xwe ya demokratîk pir di hat pisnandin. Ji ber Jinên Demokratîk ên Nû girêdayê mijarê agahî li ser înternetê bi raya giştîre parve kirin, rastî tehdîdên Sedat hatin. Ew di fikire dê bi van tehdîdan tekoşîna jinan asteng bike. Ji bo me jinan tecîzcî kî be statuya wî çîbe ne giringe, tenê ev şaşiyeke, têkiliyekî çewisandinê ye."
Gamza di dawiyê de bal kişand li ser rewşa bûyerê ya hiqûqî û got: "Heger di navendên hiqûqî de rewş bi vî awayî be, em weke jinên welatparêz şoreşger û demokrat li vê derê piştevanya xwe ya ji bo jinan didîn diyar kirin." Gamze diyar kir ku dê weke rêxistinên jinan li piş bûyerê û bûyerên weke vê bin û her dem van dozan bişopînin.
(zt)
