Li Silopiya serdegirtinên malan
16:16
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya êrîş û dorpêç di roja 15'an de berdewam dike, polîsên tîmên tayîbet li Taxa Kizir bi ser malan de girtin û gelek kes girtin binçavan.
Li Silopiya 15 rojin dorpêç û êrîş berdewam dikin. Li Taxa Kizir polîsên tîmên tayîbet bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de zabiteyê şaredariyê Mazlum Ozmen ê 24 salî û Suphi Ogel ê 31 salî li gel gelek kesên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Her wiha duh êvarî di serdegirtinên malan ên li Taxa Cudî de Kasim Elmas, Ali Ormanli, Ahmet Alas û Îzbat Zeyrek hatin binçavkirin û birin Emniyeta Silopiya. Di derbarê binçavkirina welatiyên dinê de agahî nayê girtin.
(zt)
