Li Cizîrê wesayîtên zirxî sivîlan gulebaran dikin

18:14

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ber êvarî dema ku Salih Demir û kurê xwe Emin Demir ber bi mala xwe diçun ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebarankirin û birîndarbû.

Li navçeya Cizîra Şirnexê dorpêç berdewam dike. Dema ku Emin Demirê 13 salî li gel bavê xwe Salih Demirê 50 salî diçun malê ji aliyê wesayitên zirxiyên li ser Girê Caferî Sadik hatîn bicîhkirin ve hatin gulebarankirin. Li Kolana Ozdemir Salih Demir ji lingê xwe û kur wî Emin Demir jî ji ranê xwe birîndar bûn. Birîndar ji aliyê welatiyên li Taxa Cudî ve tên dermankirin. Li Cizîrê bi qasî 30 welatiyan di êrîşên leşker û polîsan de birîndar bûne.

(zt)