ROJEVA 29'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêveber û xebatkarên Desteya Jin xebatê û projeyên sala 2015'an a ku pêk anîne nirxandin. Jinan da zanîn ku ew bi îdîayek mezin dest bi xebatê kirine û projeyên serkeftî pêk anîne.
*Pîştî li qadên aborî û kedê jin hêza xwe didin nîşandan niha jî li rengê xwe didin qada futbolê. Futbolvana jin Cemîle Tîrmûr diyar kir ku hêz û baweriya jinê wan ser piyan digire.
*Welatiyên Kobanê ên ku sala 2015'an di bin şert û mercên giran yên koçberiyê de derbaskiribû, hêviya xwe yê salê nû anîn ziman.
*Ji Şanogeriya Destar Berfin Zenderlioglu got: "Em dixwazin şanogeriya kurdî hîn zêdetir bidin pêş. Em lîstokên kurdî didin pêş. Ji xwe şano bi xwe helwestek polîtîke. Di nava jiyanê de çi heye ew mijara şanoyên me diyar dike."
*Nûnera Şaxa SES'a Amedê Raife Camci diyar kir ku li deverên qedexeya derketina kolanan lê didin îlankirin sivîlan qetildikin, nahêlin birîndaran bigihînin nexweşxanê, dema ku bi alaya sipî jî birîndaran dibin nexweşxanê gulebaran dikin û nexweşxane dibin dorpêçê dene. Raife da zanîn ku dewlet ser kurdan şerek bê hiquq û rêgez dide meşandin.
*Jinên Rojava li ber çavê cîhanê hember çeteyên DAIŞ'ê ên ku bi destê hêzên emperyalîst hatine avakirin berxwedanek dîrokî kir û bi bilindkirina berxwedanê wê derbasî 2016'an bibin. Rêvebera Weqfa Jinên Azad Axîn Amede wiha got, "Sala 2016'e di warê zanistî, bîrdozî, siyasî û polîtîk de wê bibe salê xwe hêzkirinê."
