Jina şoreşger a ku ji xweliya xwe afirî: Phoolan Devî
13:48
Gulşen Koçuk/JINHA
AMED - Ew ne bûkin û nebûne bûk. Ew zarokên ku ji ber hatine tecawîz kirin, destê tecawîzciya berdane...Ferqa ziman, Ol, netew, reng û erdnîgariya Çanda tecawîzê nîne bi hemû wehşîbûna xwe deshelatiya xwe didomîne. Hinek jinan ji xeyalên xwe xatir xwestn, hinek jî rastî tecawîzê hatina wan bûye sedema li hember rêgeza deshilatdariya mêr şer bikin weke Phoolan Devî... Çêroka jiyana Phoolan ya rastî tacîz û texawîzê hat serî li ber çanda tecawîzê ne tewandiye.
Phoolan Devi hêj jiyan dikir yek ji pêşengên evsanewî bû... Phoolan li gundek yê Hindistanê ji ber endama malbatek ji asta xwarêye neçar dimîne koletiya dewlemendan dike. Di temenê 11 salî de bi mêrek sê qat ji xwe mezintir re dizewice. Ji ber lêdan wehşet û erjengbûnê dev ji hevserê xwe ber dide. Berî ji aliyê keleşan ve bê revandin bi dehan caran rastî tecawîzê hat. Bi serokê çeteyan yê ku aşiqê wê bûyî re zewicî. Dema ku hevserê wê yê diwem jî dimire bi tena serê xwe di nava komên çetan de cîh digire û dibe "Qralîçeya Keleşan." Ew nelirêtiya ji dewlemandan diziyî belav dike. Li hemberî mêrên zalim şerekî bê eman di meşîne. Niha ew di raya giştî ya cîhanê de tê nasîn û ji bo jinên tên perçiqandin bûye sembola serîhildanê... Phoolan Devi 11 salan di girtîgehê de dimîne û di sala 2001'an de li Hindistanê dibe parlementer.
38 sal jiyanek şoreşgerî...
Mexdur, keleş, serok û siyasetmendar: Qiralîçey Keleşan ya efsnewî Phoolan Devi di 11 saliya xwe de tê firotina "hevserê wê" , di 16 saliya xwede hevserê xwe yê tacîzcî ber dide. Reviya û rastî tecawîzê hat. Di 18 saliya xwe de bû serokê çeteyan. Di 20 saliya xwe de hat girtin. Di 31 saliya xwe de tevlî siyasetê bû. Di 38 salya xwe de li pêşberî mala xwe kuştî hat dîtin. Dirok 14'ê sibata 1981'an nîşan dida. Li cîhana rojava bi dilên sor û bi peroş diyariyan digirin bi roja heskiriyan li ser xwe çune. Di wê dîrokê de Phoolan Devi ya di temenê 18 salî de û seroka keleşane li bajaroka Behmai a Hindistanê despê kiriyr. Çavên Phoolan bi agirê tolhildanê di şewitî. Ji ber bi rojan rastî tecawîza Shri Ram û Lala Ram yên li bajaroka Behmai hevserê wê Vikram Mallah qetil kirîn hat. Ji ber li bajaroka Behanai hat lêxistin, perçiqandin, tacîz kirin, ji aliyê bi dehan mêran ve bi dehan caran rastî tecawîzê hat. Li navçeya ku dîl hatî girtin bi zorê karî bireve.
Weke Qiralîçeya Keleşan derbasî dîrokê bûye
Li gorî îstexbaratê Phoolan li bajaroka Behmai yê di dawetekê de Shri Ram û Lala Ram dibîne. Phoolan û çeteyên xwe hemû mêrên di gund de ji malan der xistin. Hinek di lingên wan de hined jî li çokên wan de gule li wan reşand. Pirsa Shri û Lala Ram kirin. Lê kesê we diyar nekirin. Bi fermana Phoolan 22 mêrên payebilind yên Behmai êxistin ber guleyan. Li gorî dihat gotin tu peywendiya van mêran bi revandin û tecawîz kirina Phoolan ve nîne. Paşê di nava qerebalixê de Phoolan du kesan nas dike. Ev buyera weke qirkirinan, di dunyaya mêrên Phoolan de hatiye pejiriandin û rêz jêre hatiye girtin di dîrokê de. Êdî Phoolan Qralîçeya Keleşane.
Toqeke sor ya sembola tolheldanê dixe serê xwe
Phoolan Keleşa Xweşik (Daysu Sundari) piştî bû Qralîçeya Keleşan dem dem roja sor li lêvên xwe dixist û ujeya sor li neynokên xwe di xist bi vî awayî bal dikişand. Li parê xwe yê kinik her dem ji bo sembola tolheldanê toqek sor girê dida. Phoolan Devi êdî bûye qehremana gelekê. Lê hatina wê ya vê astê qet jî hêsan nebû. Dema ji ber hevserê xwe reviyayî demekê li gel xizmên xwe dimîne. Lê di wê pêvajoyê de li Hindistanê jinek ji ber hevserê xwe bireve nedihat dîtin. Her dera ku Phoolan di çuyê rastî tacîza devkî û şidetê dihat. Demekê bi hinceta dizî kiriye hat girtin. Di girtîgehê de rastî tecawîzê hat. Tirsiya û kete hindirê mala bavê xwe. Lê ji wê jî bi kefaleta Babu Gujar ji aliyê çeteyan ve hat revandin. Li gorî hinak çavkaninyan di temenê 16 salî de ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin û ji aliyê wan ve hatiye tecawîz kirin. Lê di nava wan çeteyan de endamek yê çeteyan li hember vê zilmê bê deng nema û serokê çeteyan yê Phoolan tacîz dikir kuşt. Ew mêr Vikram Mallah bû û êdî bû serokê çeteyan.
'Di vî welatî de bila mêrên temenê wan mezin bi keçên biçuk re di zewicin bitirsin!'
Phoolan hevserê xwe bi darekê ve girêda û bi qasî bikuje li wî xist. Paşê rawesta li koma qerebalix ya ku bi matmayî li wan dinêre zivirî û qêr kir: "Di vî welatî de mêrên temenê wan mezin û bi keçên biçuk re di zewicin bitirsin! Ez wan bibînim ezê wan bikujim." Di sala 1983'an de hat girtin di girtaîgehê de rastî tecawîzê hat, heta 1994'an di girtîgehê de ma. Di sala 1990'an de tevlî kar û barê siyasetê bû. Demekê rêveberiya Kameleyek ya mafê bindestan di paras kir. Di sala 1996'an de li welatê xwe bû berendama partiya herî giring a çepgîr Partiya Samajwadi yê û hat helbijartin. Di sala 1999'an de cara diwan bû berendam û hat helbijartin.
Li Pêşberî mala xwe ji aliyê kesên rupoş ve hat qetil kirin
Di sala 1998'an de weke endama girtina Xelata Aştiyê a Nobelê dihat qal kirin lê nehat dîtin û Qralîça hat qetil kirin... Di sala 2001'an de Phoolan Devi li pêşberî mala xwe ji aliyê sê kesên ru poş ve hat qetil kirin. Raya giştî bi vî awayî ji qetil kirina Phoolan agahdar bûn. Di hat îdia kirin ku her sê kesên ku ji cînayetê hatin gunehbar kirin, tola qirkirina Behmai yê rakirin. Li gorî hinek çavkaniyan jî sedema sereke Phoolan ji rêgeza qedîm a qast ya Hidistanê meydan dixwend. Dema ku hinek ber ji cihên xwe dilivîn gelek kes ji vê yekê ne rehet dibûn. Phoolan Devi ya ji nava rêgeza qast a Hindistanê ji çîna herî jêr hatî û di 38 salên jiyana xwe de gelek tişt kirî. Li cihekî jin nikarin bersiva mêran bidin Phoolan bû serokê çeteyan. Phoolan mirov şeland, mêr kuşt, ji bo wergirtina Xelat Aştiyê a Nobelê bû rojev, bû parlementer û kete parlementoyê. Bê guman jiyanekî ne ji rêzê jiyan kir.
'Ya tê vegotin ne jiyana mine'
Di sala 1994'an de darhenêrê Hindistanî Shekar Kapur filîmek jiyana Phoolan Devi vedibêje kişand; Bandiy Queen (Qralîçeya Keleşan). Filêm bû sedema vekêşana benên di navbera Shekar Kapur û Phoolan de. Daxwiyaniya Phoolan girêdayî filîm wihaye: "Li gorî ku ev ne jiyana mine, çawa wiha bûye? Di filîm de min weke digirî, hejar û di jiyana xwe de qet biryarek beraqil nedaya nîşan didin. Tenê ez jinekim bi deh caran rastî tecawîzê hetîme. Rastiyek ya jiyanê ewe ku mêrên dewlemand jinên ji çîna jêr weke 'mal' dibîni." Phoolan Devi ji bo rastiya jiyana xwe destavêtiye pênûsê û di pirtûka bi navê "I Phoolan Devi" (Ben Phoolan Devi) vedibêje.
(zt)

