Li Nisêbînê berxwedana xweseriyê hate slavkirin

16:51

JINHA

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê bi armanca piştgiriya berxwedanên xweseriyê şahî hate li darxistin. Di şahiya koma NÇM'ê û Seyda Perînçek sirûdên şoreşê gotin de, beşdaran bi sloganan berxwedana Cizîr, Silopî, Kerboran û Surê silav kirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li taxên berxwedanê şahiyên gel ji bo slavkirina berxwedana rêveberiyên cewherî didomin. Li taxên berxwedanê yên Dîcle û Yenîşehîrê li qada ku her du taxan digîhîne hev bi pêşengiya KJA’yê û NÇM’ê şahiya gel hate li darxistin. Di şahiyê de aktîvîstên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, rêveberên HDP û DBP, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û ji heft salî heta heftê salî bi sedan kes amade bûn. Di şahiyê de bê navber sloganên “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin hate berzkirin” û jinan bi lîlandinê şahiya xwe geş kir. Her wiha di şahiyê de posterên welatiyên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.

'Dem dema xwedîlêderkitan Serokatiyê ye'

Şahiyê bi rêgirtinê destpêkir. Di şahiyê de xebatkarê NÇM’ê Koçber Tarhan axivî û diyar kir ku dem dema xwedîlêderketina Rêbertî û berxwedana li bajarên Kurdîstanê ye û wiha got: “Wek Serokatiya me gotiye ‘Me bi ciwanî destpêkir û em ê bi ciwanî biserbikevin.’ Dê têkoşîna li Kurdîstanê ya bi berxwedanê bi serkeve ya dê bi serkeve. Niha dema xwedî derketina li jiyana azad û demokratîk e.”

'Em ji bo Kurdistan û Rêbertiya Azad têdikoşin'

Endamê YPS’ê Cudî Rêzan hîtabî gel kir û destnîşan kir ku êdî şer û berxwedana li Kurdîstanê ji bo avakirina jiyanek azad, Kurdîstanek azad û Rêbertiyek azad e. Cudi, banga xwedî derketina berxwedanê li gel û ciwanan kir. Cudî di berdewamiya axaftina xwe îşaretî girîngiya berxwedan û rêveberiyên cewherî kir.

Piştî axaftinan hûmermendê NÇM’ê Seyda Perînçek û Koma Botan stran vegotin û gel coşandin. Şahî bi dirûşm û coşa gel bi dawî bû.

(bg/eb/zt)