Li cadeyek a Surê qedexe rabû

08:21

JINHA

AMED - Li Sûrê ku qedexeya derketina kolanan 29 rojin berdewam dike, li Kolana Gaziyê qedexe hate rakirin. Li 6 taxên Sûrê qedexe berdewam dike.

Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanê 29 rojan li dû xwe hêşt. Qeymeqamiya Sûrê derbarê qedexeya li Sûrê daxuyaniyekî nivîskî weşand û ragihand ku qedexeya derketina kolanê tenê li ser Kolana Gaziyê hatiye rakirin. Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê qedexe hê jî berdewam dike.

(zt)