ROJEVA 30'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Zarokên Colemêrgê li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a ku bi salan e ji bo gelê Colemergê xebatê dide meşandina niha jî perwerda çandê dide zarok û ciwanan.

*Li Kantona Efrînê jin bi afrîneriya xwe dorpêç û ambarogyê ser Kantonê dişkîne. Zelox Reşîd qala hêza jin kir û wiha got, "Jin li hember dorpêç û ambargoya ser herêmê sê salin têkoşîn didin û bi afrîneriya xwe li berxwedide.

*Jinên Rewşenbîrên Başurê Kurdistanê de derbarê rola avakirina Yekîneyên Parastin sivîlan (YPS) de wiha gotin: "YPS hêza rizgariya gelê ku li ser komkujî tê meşandin e."

*Welatiyên Colemergê çar dem salan ji axa Kurdistanê sûdê digirin. Nebata bi navê siyabo ku di nav gelê heremê de wek xwarinek kevneşopî tê dîtin bûye çavkaniya debariya gelê Colemergê.

*Navenda Asayîşa Jin li hember şîdeta ser jin û ewlekariya bajêr gelek serkeftinên girîng bi dest xistine û di heman demê de ji bo guhertin û vegûhertina civakê jî xebatên perwerdê pêk tînin. Rêvebera Navenda Asayîşa Jin a Kantona Cizîrê Ayten Firat da zanîn ku di sala 2015'an de ew tecrûbeyên girîng bi dest xistine û destnîşan kir ku ew ê bi projeyên girîng derbasî sala 2016'an bibin.

*Ji çîroka cewherê jiyana navê şer jiyan û berxwedan Sakine Cansiz (Sara) ketine rê belgesela 'Her Dem Şerbûye Jiyana Min' amadekirine. Dê galaya belgeselê di 9'ê Çile de li Amed û Stenbolê bê pêşandan. Belgesela jiyana Sakine ya 40 salan bi 95 deqeyan tîne ziman ji bo kesên dixwazin wê têbigihên û di şopa wê de bimeşin mîrasek jiyanê yê mezin û arşîvek hêlaye.

*Seroka Giştiya Partiya Kedê Selma Gurkan diyar kir ku perçiqandina talebên kurdan ên azadiyê tê wateya perçiqandina daxwazên demokrasiyê yên gelên Tirkiyê. Selma bilêv kir ku divê gel li deklarasyona rêveberiyên cewherî xwedî derkevin û got: "li Tirkiyê ji bo li hember paşverutiyê ev daxwaz bên pejirandin, tenê xwedîlêderketin û piştevanîkirin têr nake. Di heman demê de pêdivî pêheye ku bi kurdan re tekoşîn bê kirin."

*Evder Cizîre zivistan hatiye. Zarok sar dibin, dayîk dengê topan dibin dengê sitiranên xwe de dihêlin. Ev der bajarê zarokên qedexeyan bi hesabê matematîkê dikine. Bawermendên dibêjin "Em bi destura xuda axa xwe naterikînin." Li bajarê jinên berxwedêr 16 roj...

*Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) dê di 9'ê Çileyê de bi pêk hatina kongrê re avakirina xwe îlan bikin. Eda Kahvecîoglu got, "Jinên ciwan ên welatparêz dê li bin vê sîwanê hev bicivin û bi bilindkirina berxwedana bakûrê Kurdistan wê xwe bi rêxistin bikin" û bang li jinan kir ku di bin sîwana ODGK'ê de xwe birêxistin bikin.