Di derabên mirinê de tekoşîna jiyanê
19:09
Mîzgîn Tabu/JINHA
ŞİRNEX - Li gelek bajarên Tirkiyeyê karker di ocaxên lajwerê de dixebitin. Ji ber sedemên aboriyê di cihên wiha bi mirinê re ru bi ru dimînin de dixebitin. Li Şirnexê 5 meh berî niha 3 welatiyan di ocaxa lajwerê de jiyana xwe ji dest dan. Girêdayî bûyerê lêpirsînê despê kiriye û malbatên wan jî dozê di şopînin. Li gorî ku di ocaxan de mirin çêdibin jî karkerê bi navê Huseyin Kabul ev 19 salin di ocaxa lajwerê ya İsmail Şahîn de di xebite. Huseyn got: "Tu ewlehiya karê me nîne her dem em bi mirinê re ru bi rune. Em naxwazin mirinan bibînin. Bila ji bo ocaxên lajweran ewlehî bên girtin."
Li Tirkiye yê bajarên Şirenx, Elazig, Dêrsim, Bursa, Çewlik, Tokat, Eskişehîr, Kastamonu, Manîsa û gelek bajarên dinê di ocaxên lajwerê de her sal bi dehan karker jiana xwe ji dest didin. Ji derveyî bê ewlehiya jiyana karkeran ya civakî, bê ewlehiya di kar de û di aliyê tendiristiya wan de jî tuştek nîne. Karker her dem dikarin bi hezaz û gazê jahrî bibin, yan jî di qezayên ocaxa lajwerê de bimirin yan jî seqet bimînin. Li gel jehrîbûna karkeran ya ji hezaz, gazê û di qezayê de mirina wan jî lêqelibîna ceyranê û ji jorê ketina beran jî heye. Ji ocaxên lajwer ê yên ku karker têde bi qezayên kar dimirin yek jê jî Şirnexe. Di madena lajwer ê ya li gundê bi navê Gîron yê nêzî 35 kîlometreyan durî navenda Şirnexê ye, di 2'ê İlona 2013'an de di ocaxê de hezaz pêk hat. Di encama hezazê de nanpêjê bi navê Huseyn Dekçi yê 19 salî cîgirê bekarhênera kepçeyê Suleyman Gokalp ê 18 salî û bekarhênerê kepçeyê Mahmud İçkale jiyana xwe ji dest dan.
'Ez êşa wendakirina kurê xwe di dilê xwe de digerînim'
Girêdayî hezaza ku çêbûyî û di encamê de 3 karkeran jinan xwe ji dest dayîn de lêpirsîn hat despê kirin û di encama lêpirsînê de berpirsê ocaxa lajwerê Yusuf Cengîzoglu hat girtin. Dema ku Yusuf derxistin pêşberî dozgeriyê bi hinceta "ewlehiya kar nîne û karker ji ber bê ewlehiyê dimirin" hêj tê girtin. Girêdayî bûyerê dozgeriya komarê ya Şirnexê lêpirsîn da despê kirin û ew ocaxa lajwerê girt. Malbatên zarokên ku di ocaxa lajwerê de jiyan xwe ji dest dane li dozgeriya komarê ya Şirnexê doz vekirine û hej doz di destê kesê ku ji aliyê malbatan ve tê zanîn dene. Deyîka karkerê bi navê Suleyman Gokalp yê 18 salî û cîgirê veberhênera kepçeyê Sedîqe Gokalp diyar kir ku ew êşa kurê xwe di dilê xwe de digerîne. Sedîqe da zanîn ku hêj kurê wê di temenekî biçuk de jiyana xwe ji dest da û got: "Suleyman xwendekarê pola 4'an ya dibistana amadeyî bû. Diçu dersxaneyê. Kurê min herdem dersên xwe di xwebitî û xwendekarekî serkeftî bû. Ji derveyî Suleyman du zarokên min yên berasteng hene. Me pir dixwest Suleyman bixwîne."
'Ji bo pereyê dersxaneyê di ocaxa lajwerê de xebitî û jiyana xwe ji dest da'
Dayîka Suleyman Sedîqe destnîşan kir ku kurê wê Suleyman li gel hevalê xwe yê herî nêz Huseyin di ocaxa lajwerê de jiyan xwe ji dest dan û wiha domand: "Di nava taxê de hevalê Suleyman yê herî nêz Huseyn bû. Huseyin ji Suleyman re di got 'heger me dibistan qedand emê ji xwe re karekê bibînin.' Suleyman li gel Huseyin ji bo pereyê dersxanê derxînin di navbera dibistanê de diçun ocaxa lajwerê dixebitîn. Me ne dizanî ev qas ocaxa lajwerê xetereye. Heger min zanîbana ev qas xetereye min destur nedida kurê min biçe li wê bixebite. Kurê min Suleyman veberhênerê kepçeyê bû û hevalê wî Huseyn jî nanpêj bû. Lê her du jî birine di binê ocaxê de û piştî hez çêbûye herdu jî dibin de mane. Berpirsê ocaxê jiyana zarokên me ji ber tuştekê ve hesab nakin. Her sal bi dehan karker di bin ocaxê de dimînin. Çima ewlehiya wan nayê girtin? Ma qey jiyana mirocvan evqas hêsane? Heta dawiyê emê girêdayî doza zarokên xwe bimînin."
'Dunyaya min di serê min de helweşand'
Dayîka Huseyin Dekçi yê 19 salî Fatma Dekçi jî weke dayîka Suleyman Sedîqe bi kovan û kederan qala kurê xwe kir û got: "Heger min zanîbana kurê min dişînin binê ocaxê de qet min nedihêla kurê min li wê bixwebite. Min kurê xwe ji bo bişînin binê ocaxê de ne şandibû li wê, ji bo ji derveyî ocaxê xwarinê çêke min şandibû. Piştî demekê êdî kurê min dişand binê ocaxê de. Kurê min û du hevalên xwe bi heza ku di binê ocaxê de çêbûyî jiyana xwe ji dest dan. Kurê min di ocaxê de 4 mehan xebitî. Hezar TL dan kurê min. Dema ku min xebera mirina kurê xwe bihîst hema ez beziyam li ser ocaxê. Dema ez gihiştim li wê ez rastî 3 cenazeyan hatim, yek ji wan jî lawê min bû. Li wê dunyaya min li ser min de hilweşiya. Bila ez kor bibama lê min lawê xwe yê delal neşandibana li ser ocaxê.
Di deraba mirinê de 19 sal...
Li gel mirinan û qezayên di ocaxan de çêdibin jî her roj karker diçin li ser di xebitin û bi mirinê re ru bi ru dijîn. Ji van yek jê jî Huseyn Kabul e... Huseyn ev 19 salin di ocaxa lajwerê ya İsmail Şahîn de dixebite. Huseyn diyar kir ku ew di ocaxê de rojê 12 saetan dixebitin. Huseyîn zoriyên jiyana xwe anî ziman û got: "Em li vê derê kumirê derdixin bi erebeyên destan dibîn, dxîn bîdonan û derdixîn ji derve. Hevalên me yên ji derve dixebitin bi şelîtan bîdonan dikêşin ji derve, valedike torbeyan û amade dikin. Du meh berê di ocaxê de hez çêbû û hevalên me dibin hezê de man. Hevalek me yê 35 salî dibin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da. 13 sal berî niha 3 hevalên me dibin hezazê de man û mirin."
'Ewlehiya me ya kar nîne'
Huseyn diyar kir ku ew ji ber rewşa xwe ya aborî di ocaxê de dixebitin û got: "Li vê derê mehane muçeya ku em digirîn hezar û 250 TL ye. Bi zorê têra me dike. Em dizanî karê me gelek xetereya lê em çî bikin, ji neçarî em vî karî dikin. Ji bo aboriya mala xwe û 6 zarokên xwe ez neçarim ku li vê derê bixebitim. Ji ber giranbûna karê me di pişta min de fitiq çêbû. Li Şirnexê ji ber karekî dinê nîne em bikin, weke em bûne mehkumê vî karî. xetereyek dinê ya ocaxê jî hilkişan û daketina karkeran ya binê ocaxê dene. Jêre dibêjin esansor, lê ne ew esansora ku tê zanîne. Em karkerên ku di binê ocaxa lajwerê de di xebitîn 110 metreyan dadikevin binê erdê. Ewlehiya karê me nîne her dem em bi mirinê re ru bi ru dijîn. Em naxwazîn her dem mirinê bijîn û bibînin. Bila girêdayî ocaxên lajweran ewlehiya pêwîst bê girtin."
(zt)

