Ji bo qetil kirina Xetîce û Emîne banga dadmendiyê

19:13

JINHA


STENOBL - Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan bang li jinan kirin ku tevlî biryara dadmendiya ji bo Xetîce Palta û Emîne Yayla bibin.


Platforama Rawestandina Cînayetên Jinan ji bo Xetîce Palta û Emîne Yayla yên ji aliyê hevserên xwe ve hatin qetil kirin lêkolînên xwe yên dadmendiyê didomînin. Platformê Xetîca Palta ya ku dema zaroka xwe dimêjand ji aliyê hevserê xwe yê ku jê hatibû berdan Adem Kalkan ve bi sîleha nêçîrê hate qetil kirin bi bîr anîn û gotin: "Emê weke Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan dozên bi vî awayî bişopînin. Emê li gel malbatên Nermîn Şen ya dibin ewlehiyê de hatî qetil kirin û Ayşe Bulut ya ku hefteya derbasbûyî hatî qetil kirin, îro li ber derê Ediliyeya Uşak ê bin."


Em ji bo Emîne Yayla dadê di xwazîn


Platformê ji bo Emîne Yayla ya 17 salî li Sakarya dema ku xwest bê berdan di mala xwe de hat qetil kirin dadmendî xwestin û gotin: "Di runiştina dawiyê de dozger ji bo qatîl mebeta giran kirî xwest. Emê weke platforma Rawestandina Cînayetên Jinan û malbata Yilmaz sibê li ber derê Ediliye ya Sakarya bin. Ji bo Dadmandiyê em bang li hemû jinan dikîn bên li ber derê Ediliye yê."


(zt)