BDP'ê Meclisa Jinên Ciwan ava kir

19:15

JINHA


AMED - Li Amedê bi armanca ava kirina Meclisa Jinên Ciwan yên BDP'ê şahiyek pêk anîn. Jinên Ciwan bi duruşmeya "Bi Ronahîbûna Jinên Ciwan ber bi Neteweya Demokratîk ve" despê kirin û di şahiyê de Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî. Gulatan got: "Ez bawerim ku jiyên ciwan biçin kîjan herêmê dê hêzek ya jinên rêxistinkirî ava bikin û dê di nava tekoşînê de cîh bigirin. 3 Jin li Parîsê qetil kirin. Gelek armancên vê qirkirinê hebûn. Xwestin bi kirina vê qirkirinê jinan bê rêxistin bihêlin. xwestin lêgerên jinan yên ji bo azadiyê biqedînin. Lê îro di vê şahiyê de jinên ciwan bersivê didin wan."


Li Amedê bi amade kirina şahiyekê Meclisa Jinên Ciwan yên BDP'ê ên Amedê bi duruşma "Bi Ronahîbûna Jinên Ciwan ber bi Netewa Demakretîk ve" hat ava kirin. Şahiya ku  li Salona girtî a Werzîşê ya Şaredarya Baglaran despê kir. Di şahiyê de Namzeta Hevşaredarya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, têkela Jinên Azad û Demokratîk DOKH, rêxistinên navand û navçeyên BDP'ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Meclisa Jinan a Bajarê Amedê û bi hezaran jin amade bûn. Di salonê de wêneyên Serokê PKK'ê Abdulah Ocalan, 3 jinên li Parîsê hatîn qetil kirin û dayîka Ocalan Yadê Uveyş hatin hildan. Weke dinê di salonê de wêneyê jinên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan û li gel wan jî gotinên Seyîd Riza yên weke "Min bi derew û deqên we nekarî ev ji bo min bû derd. Min jî li hember we serî ne tewand ev jî bila ji bo we derd be." cîh girtin. Weke dinê jî posterên bi ser nivîsên weke "Bi Jina Rêxistinkirî û azad ber bi Netewa Demokratîk ve", "Bi Ronahîbûna Jinên Ciwan ber bi Netewa Demokratîk ve", "Ya şer bike azad dibe, azad  bibe xweşik dibe, xweşik bibe tê hes kirin.", "Azadiya civakê li azadiya jinan re derbas dibe", "Dîroka koletiya jinan hêj nehatiye nivîsan din, dîroka azadiyê jî li benda nivîsînê ye" hatin hildan.


Gultan: Xwestin bi qir kirina Parîsê re lêgerên jinan yên azadiyê biqedînin


Piştî deqeyek rêzgirtinê Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dest bi axaftinê kir. Gultan diyar kir ku ji bo avakirina Meclisa Jinên Ciwan ên BDP'ê ev dem dirêje xebat tên kirin û got: "Ez dibêjim bila riya we vekirî be û ji were serkrftinê dixwazim. Jinên ciwan di erdnîgariyek ku pirsgirêkên wan pir de dijîn. Rêgeza ku dewletê li vê erdnîgariyê avakirî nehêlin bikevin nava we. Di vê wateyê de bi taybetî qempanyeya we ya li hemberî jiyana aloz, girêdana madeyan 'mijokdarî jiyan kirin û dana jiyan kirin' ez ew ciwanan pîroz dikim. Ez di wê baweriyê deme ku jinên ciwan li kîjan herêmê bin dê hêzek ya rêxistin kirî ava bikin û di nava tekoşînê de cîh bigirin. 3 jin li Parîsê qetil kirin. Gelek armancên vê qir kirinê hebûn. Xwestin bi vê qir kirinê jinan bê rêxistin bihêlin. Xwestin lêgerên jinan yên ji bo azadiyê biqedînin. Lê niha li vê derê di vê şahiyê de hun jinên ciwan bersivê didin wan.


'Me bi ciwanî despê kiri û emê bi ciwanî berdewam bikin'


Gultan bal kişand li ser dest dirêjiya li hemberî zarokan û got: "Zarokên biçuk yên keç li hemberî zewacê dikevin zorê. Encama wan jî her dem dibe mirin. Jin di nava cinvakê de rastî hemû cureyên cidahiyan tê. Dema ku tuştek ne bi daxwaza we hat dayîna we dengê xwe bilind bikin. Hemû jinên kurd, bi hemû binesaziyên xwe yên civakî ve piştevaniya we dikin. Tevgera azadiya gelê kurd bi ciwana despê kir û bi ciwanan berdewam dike. Hun jinên ciwan ji bo me, gelê me û ji bo xwe giringin. Duhî li Rojava xweserî hat îlan kirin. Em ji vê derê ji bo Rojava silavên xwe dişînîn. Şoreşa Rojava şoreşa jinan û şoreşa biratiya gelane."


'Bi rêxistin bûnê emê azad bibin'


Piştî Gultan Kişanak Berdefka Meclisa Jinên Ciwan yên BDP'ê Gulsum Bozhan axivî. Gulsum diyar kir ku hêzên qeputalîzmê despêkê li ser jinan, ciwan û zarokan bi her awayî şidetê dimeşînin û got: "Jinên ciwan bi zorê dizewicînin. Jinan duçarî têgehên hesudî, eşq û namûsê dikin. Di xwazin di kesayeta jinan de fuhuş, nelirêtî, bişaftin û ajan kirinê li ser tevayî civakê rewa bikin. Li hemberî van hemûyan emê weke jinên ciwan bi rengên xwe şer bikin." Gulsum da zanîn ku ew li ser nasname û bedena jinan tu hêzan napejirînin. Gulsum destnîşan kir ku li hemberî vê zilmê dê tekoşînê bikin û diyar kir ku dê bi rêxistinê azad bibin.


Ji Meclisa Jinên Ciwan banga tevlîbûnê


Gulsum diyar kir ku li her bajarên ku ew lê bin dê li hemberî fuhuş, bişaftin, ajan kirin û xirab kirina xwezayê tekoşînê bikin û got: "Meclisa Jinên Ciwan dê xwe bi xwe rêve bibin û pirsgirêkên ku heyî bi sekneke şoreşgerî li ser de biçin û çareser bikin." Gulsum da zanîn ku qampanye ye di bin pêşengiya DOKH'ê de bi duruşma "Bi Jinên Azad ber bi Netewa Demokratîk ve" dê weke Meclis piştevaniya wan bikin û got: "Dê xebatên me di çarçoveya azadî, piştevanî, hişmendiya zayendî û netewî de bin. Em soza xwe ya di Meclisê de biryarbûn û pêşengî kirinê nû dikîn. Em bang li hemû jinên ciwan dikîn ku tevlî Meclisa Jinên Ciwan yên BDP'ê bibin û tekoşîna azadiya jinan bilind bikin."


Piştî axaftinan sînevizyona girêdayî şideta li ser jinan û li hemberî wê berxwedana jinan hat nîşan dan. Piştî sînevizyonê koroya zarokan a Dîcle Firatê derketin dikê û di sitiranên xwe de qala Berfin Aktay û Devrim Demir dikirin. Şahî bi duruşmeyên weke "Bijî Serok Aop", "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û  "Şehîd na mirin" bi dawî bû.


 


 


(zt) e