Huseyînê 5 saliyê li Cizîrê hatî qetilkirin sipartin axê

11:52

JINHA

ŞIRNEX - Zarokê bi navê Huseyîn Selçuk ê 5 salî, li gundê Hoser a Cizîrê hate definkirin.

Cenazê zarokê bi navê Huseyîn Selçuk (5) ê ku li taxa Cudî ya Cizîrê dema li ber derê malê dilîst ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, hate definkirin. Cenazê Huseyîn duh piştî karên otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji ber ku dayîk û bavê Huseyîn ji ber qedexeyan nikarin ji Cizîrê derkevin, welatiyan cenazê Huseyîn birin gundê Hoser a Cizîrê sipartin axê.

Cenazê Huseyîn duh li gund hate rawestandin û îro piştî ku bavê wî bi "destûra taybet" ji Cizîrê derket û hate gund, hate definkirin.

(zt)