Akedemiya Jinan bi rêveberiyek nû amadekariyên pêvajoyek nû dikin
13:25
Derya Ceylan /JINHA
AMED - Akademiya Jinan ya ku li Amedê ji sala 2010'an heta niha xebatên xwe yên civaknasî, civakî û zanistî birêve dibin. Di civîna xwe ya salê de rêvebariya xwe ya nû helbijartin. Di xebatên xwe yên pêvajoya nû de dê girianî bidin zayenda civakî û dîroka jinan. Dê li Tiriyê hewilbidin ku bi saziyên jinan re bên ba hev. Di biniya binesaziya xwe de dê beşa çapemeniyê ava bikin. Qempanye ya pirtûkan dane despê kirin, di pêvajoya bê de dê bejdar bûna gel bingeh bigirin.
Akedemiya Jinan a 3 sal berê ji aliyê DOKH'ê ve li navçeya Surê a Amedê hatî avakirin. Ji sala 2010'an heta niha girêdayî jinan di aliyê civaknasî, civakî bûn û zanistê de perwerdeya xwe berdewam dikin. Akedemiya Jinan îmza avêtiye binê xebatên serkefî yên hişmendiya jinan derdixe holê. Di cîvîna xwe ya salê de rêveberiya xwe ya nû helbijartin. Di civîna rêveberiyê a Akedemiyê de girêdayî bi hişmendî kirina jinan û hişmendiya wan derxistina holê biryar dan ku dê zêdetir lez bidin xebatên xwe. Girêdayî xebatên Akedemiyê Seroka Desteya Rêveberiya Akedemiya Jinan Fîgen Aras nirxandin kir. Fîgen diyar kir ku girêdayî hişmendiya jinan divê jin û mêr bên ba hev û pêdivî bi şoreşek civakî heye û got: "Em weke Akedemî bawer dikîn ku di pêşerojê de hêj zêdetir demokratîk, azadî û jiyanek ya têgihiştina hişmendiya zayendî bê ava kirin."
'Emê weke beşek ya kar bi hev re bi xebitin'
Fîgen da zanîn ku ew weke rêveberiya Akedemiya Jinan dê hewil bidin bi kar parvekirinê bi hev re bixebitin. Fîgen destnîşan kir ku we di wê baweriyê de nin dê ji niha û pêde bi rêkûpêk lez bidin xebatên xwe û wiha domand: "Di biniya Akedemiya Jinan de beşên weke beşa rêxistin, perwerde û jineolojî hebûn niha jî bêşên weke çapemenî, zayendiya civakî û dîroka jinan jî lê hatina zêde kirin. Emê giranî bidin li ser van beşan û pêşde birina wan." Fîgen diyar kir ku weke dinê ew dixwazin li gel saziyên jinan yên li Tirkiye yê bên ba hev û li ser perwerdeyên jinan gotûbêj bikin. Fîgen da zanîn ku dê di binya saziya xwede beşa çapemeniyê ava bikin, hem ji bo diyar kirina cînayetên jinan û hem jî ji bo şopandina çalakî û şahiyan wan pêdivî bi beşa çapemenyê dîtine.
'Armanca me ya sereke hişmendî ava kirin û pêşde birine'
Fîgen destnîzan kir ku ew tenê perwerdê nadin û got: "Ev der tenê ne cihê perwerdêye. Di vê di heman demê de weke cihê hev naskirin û hev têgihiştinê jî bê zanîn." Fîgen diyar kir ku di demê pêş de dê gelek çalakî û şahiyên wan bên li dar xistin. Fîgen da zanî ku dema tiştên hatîn têgihiştn bên parve kirin dê bi vî awayî têgihiştina zayendiya civakî jî çêbibe û got: "Armanca me ya bingehîn li vê derê hişmendî ava kirin û qazanc kirine, divê em ji xwe despê bikin û li vê derê berpirisyariya xwe binîn cîh."
'Em dixwazîn hebûna xwe deynîn holê'
Fîgen diyar kir ku dê li ser bingehê xebatan bi jinan re bên bahev, di dema xebatan de dê şahiyên weke pêşandana sînemayan jî amade bikin. Fîgen da zanîn ku ew weke Akedemiya Jinan dê bi awayekî zindî piştevaniya çalakî û şahiyên ku ji aliyê DOKH'ê ve bên li darxistin bikin û wiha got: "Çalakî û şahiyên ji aliyê DOKH'ê ve tên li darxistn divê em tev bi girseyî tevlî bibin. Em dixwazîn bi hebûna van çalakî û şahiyan jin rastiya xwe bizanin."
'Divê li Akedemiya Jinan xwedî derkevin'
Fîgen destnîşan kir ku weke Akedemiya Jinan ji bo tekoşîna azadiya jinan çî bi ser milê wan bikevin dê bikin, ji bo wê jî divê hemû jin li Akedemiya Jinan xwedî derkevin û got: "Divê jin û mêr bi hevre alîgirê azadiyêbin. Em di wê baweriyê denin ku di dema pêş de jinên ronakbîr, mêrên ronakbîr û civaka ronakbîr dê bê afirandin. Em bang li her kesê dikin ji bo xwendin, lêkalîn, nîqaş kirin û parve kirinê bên akedemiyê. Akedemiya Jinan ji bo şoreşa fikirî parçeyek be jî dixwaze hêza xwe tevlî bike."
Banga tevlîbûna jinan a ji bo Akedemiyê
Fîgen diyar kir ku bi tevlîbûna gel dê akedemî bihêz bibe. Fîgen da zanîn ku di nava xebatên akedemiyê de wan dest bi qampanyeya pirtûkan jî kiriye. Fîgen destnîşan kir ku pirtûkên ku jin dixwînin dê li akedemiyê kom bikin, ji bo jin bikarin bigihîjin hemû çav kaniyan û got: "Heta jin bi rastiya xwe re ru bi ru nabin, jiyana alternatîf ne afirînin, li bendê mayîna dewletê tu çareserî pêş nakevin." Di dawiyê de Fîgen bang li hemû jinan kir ku tevlî xebata ku ew weke Akedemiya Jinan ji bo azadiya jinan dikin bibin.
(zt)

