Li Silopiya 7 cenaze li benda definkirinê ne
16:57
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên 7 welatiyên di êrîşên dewleta tirk de hatin qetilkirin, li Silopiyê hêj di mal û mizgefatan de tên rewastanin. Di nava her 7 cenazeyan de 3 cenazeyê zarokanin.
Di êrîşên tevkujiyê yên li hemberî gelê kurd de heta niha li Silopiya 14 welatî hatin qetilkirin. Cenazeyê 7 welatiyan şandibûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 7 Cenaze îro jî cardin ji hêla dewletê ve hatin revandin û nayê zanîn birine kû. Li aliyê din hêj 3 jê zarok cenazeyê 7 kesan jî li Silopiyê di mal û mizgeftan de tê girtin.
Cenazeyê Mehmet Mete (10), Axîn Kanat (16), Reşît Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Ayşe Buruntekîn (40), Hasan Sanir (75) û Seyfettîn Sîdar (30) ji ber ku derfetên guncaw nînin, hêdî hêdî xirab dibin. Bi qeşayê hewil tê dayîn ku pêşî li xirabûna cenazeyan bigirin.
(ekîb/eb/zt)
