Tundiyên li ser Firoşgeha Kincên Netewî 'birêkupêk' didomin!
15:05
TEKOŞİN TEKİN/JİNHA
AMED - Firoşgeha Romansê a Kincên Netewî ya ku di sala 1999'an de li Amedê hatî vekirin bû hedefa serdegirtina polîsên sivîl. Berpirsa firoşgehê Nuran Ekti diyar kir ku her dem ew rastî serdegirtinên polîsan tên û got: "Em di xema parastin û berdewam kirina çanda kurdan denin ji ber wê em vî karî dikîn. Bi salane her dem em dibin hedefa serdegirtinên polîsan, lê em neketin. Ji niha û pêde jî emê rêya xwe berdewam bikin."
Firoşgeha Kincên Netewî Romans a li Taxa Baglarê a Amedê di 22'ê çile de bêyî ku sedemek bê diyar kirin bû hedefa serdegirtinên polîsên sivil. Berpirsa Firoşgehê Nuran Ekti da zanîn ku li Amedê cara yekê wan firoşgeha kincên kurdî yên netewî vekirine. Nuran destnîşan kir ku di sala 1999'an de wan firoşgeha kincên netewî vekirine. Nuran bal kişand li ser tundiya polîsan û got: "Em herdem dibin hedefa serdegirtinên polîsan. Ev dide diyar kirin ku dixwazin me û xebatên me bêxin bin destê xwe. Dema ku em van napejirînin jî em rastî tacîza wan tên. Armanca wan hilweşandina meye."
'Em di derdê jiyan kirin çanda kurdan danin'
Nuran diyar kir ku ev bi salane ew vî karî dikin û rastî tundiyên bi vî rengî tên û got: "Newroza sala derbas bûyî polîsan li ber derî venêrîna nasnameyan dikir û li bikirên me xistin. Bi qasî 250 kincên netewî şewitandin. Di qabînê de dayîkên ku kinc li xwe dikirin, ew kinc ji ber wan kirin, birin şewitandin. Em her dem bi van tundiyan re ru bi ru dimînin. Em di derdê jiyan kirina çanda kurdan denin ji ber wê em vî karî dikîn. Ya ku ew tehmûl nakin jî eve. Dibêjin çareseriya demokratîk lê li hember keda me û kincên me yên netewî tehmûla wan nîne."
Emê serdana suc bikin
Nuran da zanîn li hemberî kincên wen tehmûl nakin, ji kincên wan ditirsin û got: "Ji dema ku min lingê xwe avêtiye vî karî heta niha em rastî tundiyên bi vî awayî tên, lê me li ber xwe da û em neketîn. Ji niha û pêde jî emê karê xwe bidomînin." Nuran diyar kir ku di derbarê bûyerê de dê serî li dozgeriya Amedê bidin û got: "Bêyî ku tu sedeman nîşan bidin hatin li nasnameya me nêrîn. Ji ber ev bûyerek zagonî nîne emê serî li dozgeriya Amedê bidin."
(zt)

