ROJEVA 31'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star kooperatîfa Şehîd Viyan hat vekirin. Kooperatîfa ku di encama xebata aboriya komînên jinan de hatî vekirin, dest bi xebatê kirin.

*Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif derbarê sala 2015'an nirxand û diyar kir ku salek bi berxwedan û serkeftinên mezin hatî borandin.

*KJA'ê di 3. salvegera komkujiya Parîsê de wê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi çalakiyên ku pêk bîne werin bîranîn. Starta çalakiyan yê ku li Amedê û navçeyê wê ji 1'ê Çileyê bê dayîn, di 9'ê Çileyê de jin wê ji Qada Batikentê heya Qada Îstasyonê bimeşin.

*Ji bo dengvedana berxwedana di dilê Cizîra Botanê de tê dayîn Tekoşîna ku ji Mêrsînê ketî ser rê 2 zarokên xwe teslîmî hevserê xwe kiriye û hatiye beşdarî YPS'ê bûye. Tekoşîn got: "Berî azadkirinê pêdivî bi azadiyê heye." Tekoşîna ku 18 rojin bê navber li Cizîrê di nava berxwedanê dene bang kir û got: "Li peyî van barîkatan tenê mêr nîne, jin jî hene, jiyan jî heye."