Li Cizîrê jinek di encamê topbaranê de hat qetilkirin

13:23

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê jinan bi navê Hediye Erden (50) a ji ber êrîşan li mala xizmê xwe asê mabû hate hinbûn ku ji ber topebaranê jiyana xwe ji dest daye.

Li navçeay Cizîra Şirnexê ku ev 18 roj in êrîşên hêzên dewletê li dijî gel berdewam dike agahiye mirineke din hat. Jina bi navê Hediye Erden (50) a li taxa Yafesê li mala xizmê xwe yê li kolana Evînê asê ma ji ber topebarana li dijî malê bi parçeyên şarapnelê birîndar bû û ji ber ku gelek xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da. Hediye a ku cenazeyê wê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hate hînbûn ku 4 xizmên wê jî ji topabaranê filitîne û tiştek bi wan nehatiye. Hate hinbûn ku beriya ku cenazeyê Hediye ji malê bê wergirtin parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bi rayedaran re axiviye lê rayedar têkîldarî mijarê lê venegeriyane.

Faysal ê têkîldarî mijarê agahî da wiha got: "Têkîldarî mijarê ev 10 roj in li rayedaran digerim lê bersivê nadin min. Herî dawî min peyam şand û rewş ragihand. Lê dîsa li min venegeriyan. Dîsê têkîldarî mijarê bi emniyetê re têkîlî danî û gotin ku polîs dizanin li wir sivîl hene û dê zirarê nedin sivîlan. Lê li dijî cihê ku sivîl dijîn duh topebaran kirin û jina bi navê Hediye Erden hate qetilkirin. Em vê feraseta qatlîamker şermezar dikin ji bo ku ev qatlîam bi dawî bibin divê qedexe bê rakirin. Cenazeyên mirovên me bi rojan li kolanan dimînin ji ber terora dewletê nikare bê wergirtin. Serokwezîr derdikeve û dibêje me sivîl qetil nekiriye. Ger PKK wan sivîlan dikûje bihêlin bila gelê me biçin cenazeyan werbigirin. Lê kesên ku diçin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên qetilkirin."

Cenazeyê Hediye Erden ji bo otopsiyê hate hinbûn ku dê bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Bi qetilkirina Hediye ve di 18 rojan de 25 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

(rc)