ROJEVA 01'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Nexweşxaneye Dewletê ya Zarokan ku li navçeya Rêya Armuşê welatî ji ber kêmahiyan gelek bi gazincin û xwestin ku bila demîldest nexweşxaneyak nû û bê çêkirin.

*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di rêveberiya xweser de rola û têkoşîna jinê nirxad û diyar kir ku di rêveberiya xweser de rola jinê gelek giring e ji ber ku dê civak bi têkoşîna jinê azad û têkoşîna jinê hişmendiya baviksalariyê ji nav civakê rake.

*Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên jin li Kobanê her roj ji bo parastina civak û bajêr derdikevin dewriyê û nobeta sînor digrin. Jinan diyar kirin ku piştî Hêzên Suriya Demokratîk dest bi hemlê kirine ew jî erkê parastinê herêmê hildane ser milê xwe.

*Jinên anarşîst diyar kirin ku ew piştevaniya biriyara gel a îlana rêveberiyên cewherî û Deklarasyona KCD'ê ya Rêveberiyên Cewherî û dan zanîn ku dê jin jiyana nû avabikin.

*Zarokê bi navê F.B' (11) û zarokê bi navê N.K (9) wek çalakvan hetin binçavkirin û rastî cezaya girtîgehê hatin. Malbatên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku êdî nikarin li Kurdistan û Tirkiyê jiyan bikin.

*Şîlan Aydnin diyar kir ku di demên dawî de di serdegirtinên malan û kolanan de herî zêde jinan hedef digirin û înfaz dikin û got: "Li her devera cîhanê dema ku deshilat axekê îşkal dikin, ji bo şikandina berxwedanê êrîşî bedena jinan dikin."

*Serpêhatiya Sultan Hûseyîn a ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kiriye wek romaneke. Sulatanê ku neçar maye 13'e saliya xwede bizewice, jiyana xwe li Lûbnan û Suriyê derbaskiriye. Bi despêkirina şer re Sultan hat Îzmîrê û niha zarokê Sultan her yek li cihek e.