Navenda Jiyana Jinan: Emê bibin dengê hemû jinan

15:02

Hicret ÇİFTÇİ/JINHA

WAN - Navenda Jiyanê a Jinan ya ku di biniya Şaredariya Wanê de xebatên xwe dimeşînin rastî aleqeyek mezin ya jinan hat. Kordînatora Navanda Jiyana Jinan Bêrîvan Kiliçaslan diyar kir ku dê bibin dengê hemû jinan û got: "Di çarçoveya xebastên  Navenda Jiyana Jinan de emê jinan ji malan derxînin û tevlî perwerdê bikin. Emê navendên nirxandinên hişmediya jinan ava bikin. Her wiha jinên ku di aliyê helberînê de dixebitin, emê bazarên firotina hilberîna wan ava bikin. Emê hewil bidin ku jin di aliyê aborî de bi xwe aboriya xwe bi destê xwe ve bînin."

Di biniya Şaredariya Wanê de Navenda Jiyana Jinan hat vekirin. Armanca vekirina vê Navendê ji bo jinên herêmê pencereyek nû vekin û jin zindî di nava herêmên jiyana azad de cîh bigirin. Derê navendê ji bo hemû jinan vekiriye û di heman demê de ji bo jin di derbarê hiqûqî û jiyanî de bibin xwedî agahî dê bernameyên perwerdê bên amade kirin û dayîn. Kordînatora Navanda Jiyana Jinan Bêrîvan Kiliçaslan da zanîn ku wan bi duruşmeya "Di nava Navenda Jiyana Jinan de bê jin nabe" dest bi xebatên xwe kirine û got: "Di nava navanda me ya jinan de salona werzîşê, merşik, peyker, atolya û kafeterya hene. Herwiha salona me ya civînê û ji bo jin bi rehetî bixwînin û danustandina fikirî bikin pirtûkxaneya me heye. Ji bo jinên ku zarokên wan hene da ku di dema xebatê de pirsgirêkan ne jîn û bi hêsan bikarin bi xebitin dê odeyên kreş bên vekirin. Jin dikarin bê fikar zarokên xwe dayînin li kreşan. Dê mamostayên me yên ji bo mezin bûna zarokan dixebitin mijul bibin."

'Emê bibin bersiva hemû pirsgirêkên jinan'
   
Bêrîvan destnîşan kir ku ji bo çareser kirin pirsgirêkên jinan ew dê li navendê deronasan peywirdar bikin û got: "Ne tenê di aliyê tiştên ku jinan di fîzîkîde jiyan kirin, di heman demê de dê derunasên me bi hemû pisgirêkên wan yên jiyanî ve mijul bibin. Em hewil didin ku di navenda xwe de navendek ya germahiya ji hev bawer kirinê amade bikin." Bêrîvan diyar kir ku divê jin navenda jiyanê weke cihê "bêhin dan û sitandinê" bibînin. Bêrîvan da zanîn ku dê hemû xebatên xwe di çarçoveya çand û xizmetên civakî de bikin. Bêrîvan destnîşan kir ku di vê hefteya dawiyê de ji bo ferfur û merşikan 12 kesan serlêdan kirine. Bêrîvan diyar kir ku weke dinê jî gelek jin ji bo girtina alîkariya derunî serlêdan kirine. Bêrîvan da zanîn ku ew dê bibin dengê hemû jinan.

'Dê bi cih kirina jinan bingeh bigirin'
 
Bêrîvan got: "Di aliyê hiqûqî de jî emê piştevaniya jinan bikin. Ji bo jin li vê derê rehet bêhin bigirin û ji bo jin kêm jî be şanaz bibin çî ji destê me bê emê bikin. Di vê ev der weke cihê jin bi zorê bênê neyê dîtin. Divê ev der weke cihê ku jin têde demên xweşik û bi kêf derbas bikin bê dîtin. Li vê derê bi her awayî emê bi jinan re bibin alîkar. Emê di aliyê parastina  mafên xwe yên hiqûqî de jinan agahdar bikin û di heman demê de ji bo ew di karan de cîh bigirin emê di qurs û atolye yan de perwerde bidin. Emê li vê derê ji bo jinên xwedî pîşe û jinên ku di aliyê keda destan de helberînê dikin bazaran ava bikin. Emê hewil bidin ku jin aboriya xwe di destê xwe de bigirin. Emê li vê derê di her aliyî de piştevaniyê bidin jinan."

'Emê cihên nû yên perwerdê vekin'
 
Endama Navenda Jiyana Jinan ya ji beşa werzîşê peywirdar Remziye Eşin diyar kir ku ewan di maclisê de beşên komînê ava kirine û got: "Armanca me ewe ku jinên ku hemû jiyana xwe di malan de derbas dikin bên tevlî navenda wan bibin. Armanca me ewe ku jin bikarin li ser lingê xwe rawestin. Em dixwazîn ku jin li gel jiyana xwe ya malê di aliyê keda destan de jî pêş bikevin û helberînên wan di bazaran de bên firotin û bi vî awayî jin aboriya xwe di destê xwe de bigirin. Di aliyê aborî de rabûna jinan pir giringe. Bi vî awayî weke endamên navendê em dixwazîn di her aliyî de bi jinan re bibin alikar." Remziye da zanîn ku di derbarê jinan de dê li gor hişmendiyek nû bernameyek ya perwerdê amade bikin û got: "Emê ji derveyî perwerdeya sîstemê bi gelek jinên ku xwediyê nêrînên cuda re hevdîtin bikin û bi wî awayî navedek nû ya perwerdê ji bo jinan ava bikin. Dema ku jin li vê derê perwerde bibînin, li kudera jiyanêne û divê li kudera jiyanê bisekinin emê nêrînan bigirin."


(zt)