ROJEVA 02'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:20
*Wela Ahmet Mahmut, hîna 20 saliye. Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî gelek çîrokên jinên ku xwedî xewin û xeyalên xweşbûn hemû jiyana wan cemidî. Lê Wela ji bo xewin û xeyalên xweş carek din bi dest bixe hêviya xwe winda nekir û kenê li ser rûyê xwe jî kêm nekir. Wan baş dizanibû ku ji xeynî berxwedanê tu şansê wan tune û tu rêya wan tê de biçin nîne. Yek ji van jinan jî Wela Ahmet Mahmut de. Çîroka Wela jî wekî şerma mirovahiyê çawa ku em di cîhaneke hevpar de dijîn şêqamekî li rûyê mirovan dixe.
* Mala Jin di sala 2015'an de bi têkiliya xwe bi komîn, meclîs û dadgehê jin re xebatê xwe berfireh kiriye û ji pirsgirêkên civakê re çareserî pêşxistiye.
*Rojnameger û nivîskar Oya Baydar û Muge İplikçi, ji bo balkilandina ser êrîşên li Kurdistanê berdewam dikin.
* Şervanên YPJ'ê ên ku Bendava Teşrînê azad kirin, peyam ji tevahî jinan re dide. Şervanên YPJ'ê bal kişandin ser gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Hêvî ji serkeftinê mezintire" û anîn ziman ku wek jin di serkeftina têkoşîna xwe yê li hember çeteyan de tu car bê hêvî nemane û gotin ku çeteyên DAIŞ'ê yê ku ji jin ditirse êdî li berxwenade û şer nake."
*Em dikevin sala 4’emîn ku siyasetedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’ya de li Parîsê hatine qetilkirin. Darbeya ku dixwestin di şexsê Sê Jinên Azad de li têkoşîna azadiyê ya jinan bixin; Jinan li Koban, Şengal, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê ku têkoşîn dewr girtin bi ruhê berxwedanê darbe vale derxistin.
