BİG'ê rapora xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê bi raya giştî re parve kir

16:47

 


JİNHA

STENBOL - Hewla Jinan a ji bo Aştiyê bi raporekê çalakî, çavdêrî, serlêdan û lêkolînên xwe dê bi raya giştî re parve kirin. BİG' dê li Restoranta Cezayirê di 25'ê çile saet 13.30'an de  bi civîna   çapemeniyê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.

Li Tirkiye yê ji bo bal bê kişandina li ser pêvajoya nû Hewla Jinan a ji bo Aştiyê (BİG) bi amade kirina raporekê çalakî, çavdêrî, serlêdan û lêkolînên xwe dê bi raya giştî re parve bikin. BİG dê li Restoranta Cezayirê di 25'ê çile saet 13.30'an de bi civîna çapemaniyê naveroka rapora xwe bi raya giştî re par ve bikin. BİG'ê got: "Yên ku dixwazin di nava gelen de şer gur bikin herî zêde jinan bandor dikin û rêgeza deshilatiya mêran bi hêz dikin. ji bo aştiyê herî zêde jinan ked dayê. Em dixwazin ji rastiyan bikevin rê di nava jinan de ew cudahiya hatî çêkirin rakin, di nava jinan de gotin û kiriyarên hevbeş çêbikin. Bi taybetî di dawiya sala 2012'an de pêvajoya aştiyê ya hatî despê kirin, di şerê 30 salan de zererên ku hatîne dayîna jinan derxistina holê. Ji bo pêvajo tenê bi mêran neyê hebis kirin jin jî bikarin zindî rolê xwe bilîzin em xebatan dikîn."

'Em dixwazin raporê bi hemû jinan re parve bikin û nîqaş bikîn'

Hewla Jinan a ji bo Aştiyê bi amadekirina raporekê çalakî, çavdêrî, serlêdan û lêkolînên xwe dê bi raya giştî re parve bikin. BİG'ê gotin: " Di raporê de jinên  ji komên siyasî, herêmî û civakî hêvî û daxwazên wan yên di derbarê aştî û çareseriyê, sererast kirina zagonan û rastiya şer de cîh digirin. Em dixwazîn raporê bi hemû jinan re parve bikin û nîqaş bikin. Divê jin li hemberî deshilatiya mêr ya serdest jiyaneke hevbeş biparêzin.

(zt)