Jinên Misricê 'Bi Jina azad ber bi Netewa Demokratîk ve' dimeşin
16:49
JINHA
SÊRT - Dê têkela Tevgera Jinên Azad û Demokratîk li gel Meclisa Jinên BDP'ê yên Misricê di çarçoveya qampanyeya "Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve" li gelek taxên Misricê dê konan vedin. Di konan de dê mijarên weke xebatên jinan, rolê jinan di jiyanê de, tendirustiya jinan, perwerda jinan û mijarên weke konevaniyê bên dest girtin. Dê panel, sînevizyon, civîn û şahî jî bên amade kirin. Di vekirina konê ku sibê atfî Rojava bê kirin de dê starta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê dayîn.
Li Misricê têkela DOKH'ê li gel Meclisa Jinên BDP'ê xebatên xwe yên ji bo helbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê bername derxistin. Girêdayî bernameya xebatên helbijartinan Berdefka Meclisa Jinên BDP'ê yên Misricê Aysel Olcay axivî. Aysel diyar kir ku wan Misric li 5 herêman belav kirine, we dê di bin duruşmeya "Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve" konan vedin û got: "Armanca me ewe ku jinên Misricê li cihekê bên ba hev. Hêza cewherî ya jinan derkeve holê û kêm jî be jin di konevanî û jiyanê de cîh bigirin."
Emê di taxan de konan vedin
Aysel da zanîn ku dê konê yekê di 25'ê çile de vekîn, etfî Rojava bikin û got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinêye. Ji ber wê jî emê konê xwe atfî jinên li wê di nava berxdanê de bikin. Em dixwazîn bi vî awayî bidin diyar kirin ku em li gel jinên Rojavane. Tekoşîna me ji bo jinên li her çar aliyên Kurdistanêne, ji ber wê jî em dibêjin heta jinên kurd azad nebin dê gelê kurd jî azad nebin. Heta gelê kurd azad nebin emê tekoşîna xwe bidomînin." Aysel destnîşan kir ku di konê bê vekirin de dê li ser mijarên weke xebatên jinan, rolê jinan di jiyanê de, tendirustiya jinan û mijarên weke konevaniyê bên dayîn. Aysel diyar kir ku dê panel, sînevizyon, civîn û şahî jî bên amade kirin. Aysel da zanîn ku dê her hefte kon li taxekê danin.
Dê starta 8'ê Adarê bidin
Aysel girêdayî bermaneyên xwe ev agahî dan:
Di 3 yê sibatê de ji bo etfî Roboskî bikin dê kon li taxên Sumer û Bahçelîevler vekin. Di 10'ê sibatê de jî li taxên Cumhuriyet, Tekel û Kultur ê di bin navê 'Azadî' de kon bên vekirin. 17'ê sibatê jî li taxên Yayik Dere û Yeni yê bi navê 'Berxwedan' kon bên vedan û di 24'ê sibatê de jî li Şaredariya Kayabaglar binavê 'Aşiti' kon bên vedan. Bi navê 'Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve' di 25'ê çile de kon bê vekirin dê etfî Rojava bê kirin û dê di wî konî de starta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê dayîn.
(zt)
