Li Cizîrê zarokê 7 salî birîndar bû

13:18

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîra Botan ku terora dewletê û berxwedana li dijî wê di roja 20. de ye, polîsan careke din zarok hedef girtin. Ûmût Geçît ê 7 salî ji ber guleya polîsên Tirk ji lingê xwe birîndar bû.

Polîs û leşkerên Tirk ên ji wan nayê berxwedana gel bişikînin, bi êrîşên tank û topan hewl didin bi zorê gel ji cih û warên wan derxîne. Hêzên dewleta Tirk careke din zarok hedef girtin. Li taxa Cûdî, ku êrîş lê giran e, zarokê bi navê Ûmût Geçît ê 7 salî, ji ber guleyên polîsên tevgera taybet ên Tirk ji lingê xwe birîndar bû. Welatiyan Umut ê bi çûk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

(rc)