‘Birîna Enfalê wekî duh teze ye di dilê min de’

14:12

 


SILÊMANÎ – Jinên kurd ku di Enfal a ji aliyê Rejîma Baas ve di nav 2 salan de pêk hat û ji 200 hezarî zêdetir kurd hatin qetilkirin de zarok, hevjîn, bav, bira, xwişk an jî hemû malbata xwe ji dest dan, hê jî birîna wê ya di dilê xwe de, wekî wê rojê hîs dikin. Yek ji van jinan jî, Aske Elî ya ji Kelarê ye. Aske wê rojê wekî ‘qiyamet’ binav dike û dibêje “Mexdûra Enfalê ya herî mezin, jinên kurd e.”


 


Di navbera salên 1986-1988'an de Tevgera El-Enfal a ku armanca wê tunekirina kurdan bû, pêk hat. Rejîma Beasê ya ku Sedam Huseyîn serkêşiya wê dikir, li Kelar, Germiyan, Koyê, Şiwan, Hewlêr, Çemçemal û Behdînan herî kêm 200 hezar kurd kuşt. Ev zilma rejîma Beasê, tenê bi Enfalê nema, gelek kurd wek kole hatin firotin. Her wiha tê gotin ku gelek keç, jin û zarokên kurdan firotine şêxên Quweyt, Qeter, Erebîstana Siûdî û Yekitiya Emiratên Ereban. Bandora Enfalê ya li ser jinan, hê jî wekî birîneke nû çêbûyî ye. Aske Elî ya ku Enfalê de hevjîn û kurê xwe ji dest daye, tenê yek ji van jinan e. Aske, Enfalê wekî  “qiyamet” bi nav dike.


‘Ji bêçaretiyê, tenê digiriyam’


Aske, dema behsa wan rojan dike, rondikan dibarîne, mîna ku wê êşê ji nû ve dijî. Aske, dibêje ku di avrêla sala 1988’an de şer xwe gihandiye herêma Germiyanê û wiha berdewam dike: “Şer li navçeya Qadir Keremê dest pê kirin. Êrişên hewayî û bejahî hebûn. Leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bibûn. Ji beriya me, êriş li Qeredaxê dest pê kirin. Her der toz û duman bûn, gund dihatin bombebarankirin. Ji beriya wê 48 kes ji bajarokê me ji aliyê hêzên Sedam ve hatin girtin û piraniya wan ciwan bûn.” Aske, destnîşan dike ku jin jî di nav wan de hebûne, her wekî dixwaze bi rondikên xwe êşa wan rojan bavêje ji dilê xwe, bi axîneke kûr wiha didomîne: “Yên hatin kuştin, ji xwe hatin kuştin. Yên man jî, ji xwe her roj jiyan ji bo jinan mirin e. Ji ber ku li gel zilma dijmin, nêzikatiyên civakê yên klasîk jî, jinê difetisine. Ji bo jineke bê zilam, malbat îdarekirin gelekî zehmet e. Hevjîn, kur û zavayê min jî di nava wan de bûn. Yên din jî xizmên min ên nêzîk bûn. Hemûyan kuştin. Ez ji bêçaretiyê, tenê digiriyam. Piştî demeke dirêj ez bi ser xwe ve nehatim.”


Cenazeyên xizmên xwe dixwaze


Aske, bi bîr dixe ku yek ji berpirsiyarên wan enfalan jî, Elî Hesen El Mecîd ê wekî Elî Kîmyayî tê nasîn, di 25’ê çileya sala 2010’an de hat dardakirin û qatilê 5 hezar kurdên li Helebçê ye. Aske dide zanîn ku jin bi mirinan kêfxweş nabin û wiha dibêje: “Lê gava min biryara darvekirina Elî Kîmyayî bihîst, pir kêfxweş bûm. Ez ji Telebanî û Barzanî hêvî dikin bila êdî di navbera kurdan de şer çênebe û xwîn nerije. Min bi xwe hevdîtin bi Mesûd Barzanî re pêk anî û min ew hişyar kir. Destkeftiyên di destên kurdan de, divê nekevin xizmeta partiyan, bikeve xizmeta kurdan. Min xwest ku cenazeyên xizmên me yên ku hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin, li gundek nêzî Çemçemala Kerkûkê bên veşartin. Ji ber ku ev bedêl, ji bo Kerkûkê hatin dayîn. Bila ev wisa bibe, ji bo em bikaribin li Kerkûkê bibin xwedî. Gava Kerkûk û Kifriyê careke din bidin kurdan, wê birînên me baş bibin. Wê ev yek yekitiya hemû kurdan jî pêk bîne. Ji ber hên li parçeyên din jî zordarî li Kurdan tên kirin. Hinek nirx hene, ti carî bi pere nayên kirîn û firotin. Divê Enfal neyê jibirkirin. Divê bi munasebeta salvegera Enfalê, 3 roj bibe bêhdan û di wan rojan de di televizyonan de bernameyên şahî dernekevin. Bila dibistan bibin betlane. Ji bo cîhan Enfalê nas bike, rojên wiha pêwîst in.”


JINHA


(zz/hp/xo)