Sêrt û Çewlik dê bi jinan bi hêz bibin
13:28
JINHA
AMED - BDP'ê, bi mafê rêveberiya hevbeş amadekariyên hilbijartinên herêmî dikin. Di mijara hervserokatiyê de BDP'ê îmzeya yekem avêtiye. Li hemû herêman rêgeza hevserokatiyê çêkirine. Jinan hêza xwe ya hevserokatiyê ji tevgera jinên kurd girtine. Namzeta Hevşaredara Bajarê Sêrtê Belqîz Beştaş Ozdemîr diyar kir ku ew dê li Sêrtê gelên xwediyê nasnameyên cuda kurd û ereban bînin bahev. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Çewlikê Zarîfe Karasungur jî da zanîn ku mafê ku Çewlikê heq kiriye ew dê bidinê.
BDP'e bi amadekariyên helbijartinên herêmî bi rêgeza hevşaredariyê bû partiya ku herî namzetîn jin têde cîh girtî. BDP'e lez dide xebatên xwe yên nasîna namzetên hevşaredaran. Namzetên jin di herêman de pîlan û projeyên xwe diyar dikin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Sêrtê Belqîz Beştaş Ozdemîr destnîşan kir ku rêgeza hevserokatiyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pêşxistiye. Belqîz diyar kir ku ew dê bi reng û projeyên jinan di şaredariyan de cîh bigirin. Belqîz da zanîn ku ew dê ji bo jinan projeyên giring pêş bixin û got: "Emê şaredariyê bikin şaredariya jinan." Belqîz bil kişand li ser rewşa Sêrtê ya têket û da zanîn ku ew difirkirin di cihekê de gelên ku xwediyê nasnameyên netewî yên cuda kurd û ereban bînin bahev. Belqîz diyar kir ku dê bi jinên Sêrtê re bê gel hev û bi hev re projeyan derxînin û got: "Emê pir li ser projeyê jinan rawestîn. Em pir bi hêzin, me ev hêza xwe ji jinan girtiye."
'Me ji tevgera jinan hêz girt û heta îro em hatîn'
Belqîz ya ku ev 15 salin bi awayek zindî di nava tevgera jinan de cîh digire diyar kir ku wê bi hêza tevgera jinan gelek zorî derbas kirine. Di nava gelek tundiyan de mexdur maye bi hêza tevgera jinan jê xelas bûye. Belqîz da zanîn ku heta derbazî rêgeza hevserokatiyê bûn bi taybet li cihekî weke Sêrtê xwediyê binesaziyekî fewdal hêsan nebûye û divê her kes vê bizane û got: "Sêrt her dem bi bûyerên tacîz û tecawîzê tê rojevê. Lê ez bawerim ku emê weke jin bûyerên tacîz, tecawîz û kuştinên jinan bidin rawestandin." Belqîz destnîşan kir ku giringiya Sêrtê ji aliyê dewletê ve jî tê zanîn û got: "Divê em weke tevgera jinan hêza xwe derxînin holê. Me ji tevgera jinan hêz girtiye heta îro em hatîne. Bi hezaran hevalên me şehît ketine. Li hemberî wan û keda wan emê bi seknekî seqlem rawestin."
'Vegera li Çewlîkê di saya qehremanên bê nav de bûye'
Namzeta Hevşaredara Bajarê Çewlikê Zarîfe Karasungur jî diyar kir ku di nava jiyana kar de li hemberî gelek zorî û zehmetiyan ru bi ru maye. Zarîfe da zanîn ku ji derveyî ferimiyetê we mişextiyê Kirşehir û Yozget ê hatine kirin, piştî mişextîbûnê cardin ew vegeriyane Çewligê û got: "Bêgoman zoriyê vegerê hene. Vegera li vêderê bi saya qehremanên bê nav û tekaşîna jinan bû. Mişextîbûna cara yekê ez gelek dam zorê. Wê demê ez di hişmendiya niha de nebûm ez ne di ferqa wan bûyeran de bûm. Min di sala 78'an de ev rewş ji birayê xwe Mehmet Karasungur pirsî bersiva ku da min got: 'Ev polîtîqayek ya hilweşandinêye, em na hilweşîn. Dê li ser malbatê tundî çêbibin, dê polîtîqayên hilweşandinê bimeşînin.' " Zarîfe girêdayî tundiyên demên berê bi ser wan de hatîn wiha domand: "Temenê min wiha derbas bû, lê min dizanî ez ne ayîdê wan deveranim ezê carekî vegerim. Emê weke jin di helbijartinên herêmî de îmza bavêjin binê gelek serkeftinan. Ez di wê baweriyêdeme ku emê bi hêz û îradeya jinan di vî bajarî de xezmetên baş bikin."
'Nirxên ku Çewlikê maf kirî emê bidinê'
Zarîfe diyar kir ku ew li Çewlikê bêyî cudahiya ziman, ol û netewî dê xizmetek hevbeş ji bo her kesê bikin û got: "Çewlik bajarek ê me yê giringe. Nirxên ku Çewlikê maf kirine û heta niha nehatine dayîn em li ser difikirin û emê hewil bidin wan fikirên xwe derbazî jiyanê bikin. Bi xwezaya xwe û mirovên xwe bajarekî gelek xweşe. Lê li gorî tê dîtin ne girêdayî jinan, ne ciwanan, na jî ji bo pêşvebirina bajar xizmet nehatiye kirin. Piraniya jinan di mal de jiyana xwe derbas dikin. Heta niha xebatek taybet ji bo jinan nehatiye kirin. Herêmên ji bo pêşde birina jinan û ciwanan nîne. Emê navendên jiyana hevbeş ava bikin. Nirxê ku Çewlikê maf kirî emê bidinê. Girêdayî van xebatan em û gel emê bi hev re projeyan derxin û biryaran bidin. Emê xebatên layêqê gelê Çewlikê bikin."
(zt)

