ROJEVA 03'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:05

*Hevseroka Meclîsa Têkiliyên Derve Ebla Dawe derbarê êrîşên bombeyê a ku li bajarê Qamişloyê hember gelê sivîl pêk hatî şermezar kir û wiha got, "Hêzên QSD'ê wê dawî li êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bîne."

*Amara Hantomonî li Halebê ji dayîk dibe. Di 12'e saliya xwe de bi pismamê xwe re tê zewicandin. Amara bûka biçûk, di 15'e saliya xwede ducanî dibe. Kurê wê Îbrahîm ji dayîk dibe û nexweşiyê gurçik pêre çêdibe. Ji bo dermankirina gurçikê Îbrahîm divê derman bistîne lê dermanê wî gelek bûhaye.

*Sakîne Cansiz nifşê duyem ê ku qetlîma Dêrsimê dîtiye, hemû jinên Dêrsimê yên wê nas dikin yan jî nas nakin gotinên wan ên ku Sakîneyê vebêjin hene. Her jina ku Sakîneyê vedibêje guh didin dengê Munzurê, berê xwe didin çiyayan û dibêjin ku ji wê demê heta niha ji wan re bûye hêvî.

*Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel diyar kir ku li qadên rêveberiya cewherî hatî îlankirin dewlet jin û zarokan hedef digire û qetildike. Endama Koordinaysyona KJA yê Ayşe Yagci jî da zanîn ku ji ber jinên kurd pêşengiya rêveberiyên cewherî dikin ji bo wê jî dewlet bi zanebûn jinan hedef digire û qetildike.