Hevserokatî hêviya jiyana wekhev zêde dike
16:10
Sarya Gozeoglu -Derya Veylan/JINHA
AMED - Di nava saziyên sivîl de jî rêgeza hevserokatiyê dikeve meryetê, Hevserokê Komeleya Karkerên Demsalê yên Çandiniyê a Mezopotamya yê Omer Baran diyar kir ku ew weke hemû komele û navendên dinê bi rêgeza hevserokatiyê dê ji niha û pêde bixebitin û got: "Di dama xebatên me de çî deriyên ku em diçunê dema ku jin li gel me nebana, deriyê xwe li me digirtin. Heger jinan li derî dixistin wê demê bertekên gel cuda dibûn."
Li Tirkiye yê cara yekê Partiya civakî û Demokratîk (DTP) rêgeza hevserokatiyê despê kir û niha jî Partiya Aştî û Demokrasiyê heman rêgezê berdewam dike. Yek ji deskeftiyên jinan yên herî giring jî rêgeza hevserokatiyê ye. Di bin rêveberiya partiyên siyasî de rêgeza hevserokatiyê despê kir û ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve jî kete meryetê. Yek ji saziyên ku rêgeza hevserokatiyê xistin meryetê jî di TSK'ê de Komeleya Karkerên Demsalê yên Çandiniyê a Mezopotamya ye. Girêdayî mijara hevserokatiyê Hevserokê Komeleyê Omer Baran û aktîvîstê Komeleyê Ayhan Dogrual nirxandin kirin.
'Jin û mêr jiyanek hevbeş dijîn'
Hevserokê Komeleya Karkerên Demsalê yên Çandiniyê a Mezopotamya yê Omer Baran diyar kir ku jin û mêr bi hevre dijîn, ji ber wê jî divê di hemû navendan de jin û mêr weke hevbin. Omer da zanîn ku divê li tu cihan jin xwe bi tenê hîs nekin û got: "Jin û mêr jiyanê bihev re dijîn. Divê bêyî cudahiya cinsî li her derê jin û mêr weke hev bijîn. Di dema xebatên me de me li deriyê gel didan, dema derî vedikirin li hemberî xwe jin nedîtibana hema li ser me de derî digirtin. Dema ku ya li derî dixist jin bana wê demê bertekên gel cuda dibûn."
'Dewlet rêgeza hevserokatiyê mînak digirin'
Omer destnîşan kir ku wan pêdivî bi vê rêgezê dîtine jiber wê jî xistine meriyetê. Omer diyar kir ku jin bi salane dibin tundiya mêran de mane. Omer da zanîn ku ew vê tundiya li ser jinan na pejirînin û got: "Di bin pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de tekoşîna jinan bilind bû. Jinan mafên xwe bidest xistin." Omer destnîşan kir ku dema rêgeza hevserokatiyê xistine meryetê zorî kişandine. Omer diyar kir ku ev rêgeza heyî bi germî li mirovan na nêrin. Omer da zanîn ku ji bo rêgeza hevserokatiyê dikarin Amedê weke mînak nîşan bidin û got: "Heger helbijartinek bê kirin dê ji sedî 80 mafê jinan yê hevserokatiyê erênî bibinin. Ji ber vê sedemê piraniya welatiyan bi germahî li vê rêgezê dinêrin. Niha heta dewlet jî rêgeza hevserokatiyê mînak digirin û dixwazin bêxin meryetê."
'Rêgeza hevserokatiyê ji bo wekheviya jin û mêran şerte'
Yek ji endamê Komeleya Karkerên Demsalê yên Çandiniyê a Mezopotamya yê Ayhan Dogrual jî diyar kir ku yên piştevaniya rêgeza hevserokatiyê dikin divê despêkê bizanin ku xwediyê vê ranana hêja Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan e. Ayhan da zanîn ku rêgeza hevserokatiyê ji bo wekheviya jin û mêran şerte. Ayhan destnîşan kir ku berî rêgeza hevserokatiyê zagonî bibe ji aliyê BDP'ê ve kete meryetê û got: "Niha êdî sîstem bi xwe jî dest bi sepandina rêgeza hevserokatiyê kirine." Di dawiyê de Ayhan diyar kir ku ew weke Komele bi rêgeza hevserokatiyê zêdetir serkeftîne û hevserokatî hevbeş bûna fikir û gotinê ye.
(zt)
