Meclisa Jinan a HDK'ê: Sed sala 21'emîn dê bibe sed sala jinan
16:13
JINHA
STENBOL - Meclisa Jinên HDK'ê danezana helbijartinên 30'ê Adara 2014'an diyar kirin. Danezan weha didome: "Li gel rêgeza hevserokatiyê emê di bajaran de maclisên jinan ava bikin. Emê beşê xebatên hevbeş ên jin û mêran ava bikin. Emê terazûna jinan ava bikin. Emê bajaran bînîn rewşa jin têde bijîn û têde bi ewlebin. Emê şaredariyên pir zimanî bingeh bigirin. Di biniya şaredariyan de emê qoteya zayendî ji sedî 50 bingeh bigirin."
Meclisa Jinên HDK'ê girêdayî helbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an danezana xwe diyar kirin. Di danezanê de pêşnyarên balkêş cîh girtin û wiha berdewam kir: "Emê li gel rêgeza hevserokatiyê Maclisên Jinan yên Bajaran ava bikin. Meclisa Jinan dê di nava xizmetên bajaran de wekeheviya cinsî bingeh bigirin. Emê beşên xebatên hevbeş ên jin û mêran ava bikin. Emê terazûna jinan ava bikin. Emê bajaran bînin rewşa jiyan kirina jinan û jin xwe têde bi ewile hîs bikin."
'Dê sed sala 21'emîn bibe sed sala azadiya jinan'
Di danezanê de hat diyar kirin ku dê sed sala 21'emîn bibe sed sala azadiya jinan, di modala helbijartnên herêmî de demokratîk, ekolojî û azadiya zayendî bibe projeya jinan û wiha berdewam kir: "Ji ber azadiya jinan azadiya civakê ye. Dê jin di nava civakî, siyasî û aboriyê de rêvaberiya xwe pêş bixe û ji bo demokratîk bûna civakê pêşengî bike. Jin di cîh girtina rêveberiyên herêmî de bi xwestek bûne. Em jin ji bo rêvebirina bajar û gundan berendamin. Emê bi xwe xwe rêve bibin. Emê bi xwe xwe azad bikin."
'Ji bo azadiya bajarên me soza me heye'
Di danezanê de hat zanîn ku di projeyên bajaran de dê pêdiviyên jinan li ber çavan bên girtin û wiha domand: "Ji bo guherîn û veguherîna rêveberiyên herêmî û azadiya bajarên me soza me heye. Ji bo biryarên di derbarê jinan û bajaran de di hemû lebatên rêveberiyên herêmî de hevbeş cîh bigirin. Li gel rêgeza hevserokatiyê emê weke HDK'e li cihên ku bikevin hilbijartinan di asteke hevbeş de namzetên jin diyar bikin. Di Meclisên Şaredariyan, Meclisên Navendi yên giştî de û di hemû lebatên rêveberiyên herêmî de emê hewil bidin herî kêm nîvî jin bibin. Bi hişmendiya rêveberiya herêmi ya xweseriya demokratîk emê piştevaniya jinên berendamên kiyayan bikin.
'Dê beşên xebatên hevbeş ên jin û mêran ava bikin'
Di danezanê de hat diyar kirin ku dê bi tevlîbûna hemû jinên herêmê Meclisên Jinan ên Bajaran avabikin û wiha domand: "Jin dê bi riya van meclisan tevlî rêveberiyên herêmî bibin. Dê xizmêtên bajaran bi wekheviya zayendî û rêxistin kirî bê birêve birin. Girêdayî daxwazên jinan emê biryaran bigirin û di rêveberiyên herêmî de bêxin meryetê."
'Dê hemû xizmetên şaredariyan bi pir zimanî bên kirin'
Di danezanê de hat zanîn ku dê di biniya şaredariyan de hemû xebast bi qoteya sedî 50 bêxin meryetê û danezanê wiha domand: "Di hemû xebatan de dê muçeyê jin û mêran weke hev bên dayîn. Divê tenê jin di buroyan de neyên hebis kirin. Di hemû navendên dinê yên xebatan de jin cîh bigirin. Emê hewil bidin ku jin ji nava wî bajariye, yan jî ji bajarekî dinê koç kiriyê hatiye wî bajarî, bikarin bi çand, ziman û nasnameya xwe bijîn. Bi li darxistina şahiyan emê çandên dinê jî tevlî bikin. Emê di nava bajaran de ji bo şidet û tacîz neyên kirin ewlehiyê bigirin. Ji bo jin bikarin di gezî û parqan de runin emê tişta pêwîst bikin."
Berdewama danezana Meclisa Jinên HDK'ê bivî awayiye:
"- Li hemberî hemû tundiyên zayendî û cidahiya nasnameyan emê ewlehiya pêwîst bigirin. Emê di van mijaran de perwerde bidin û bi hevre hîn bibi.
- Emê di biniya şaredariyan de beş û saziyên girêdayî jinan ava bikin.
- Emê di taxan de navandên piştevaniyê ava bikin, ji bo jinên di aliyê hiqûqî, derunî û perwerdê de pêdiviya wan pê heyî alikariya wan bên kirin.
- Ji bo jin di aliyê civakî û çandê de di tevlîbûna jiyanê de newekheviya heyî rake, emê di herêmên sînema, şano û werzîşê de kênkirin yan jî bê muçe bêxin meryetê.
- Ji bo rakirina newekheviya zayendi ya heyî û karê malê civakî bibe dê şaredarî bazarên gel yên weke cihên komî yên xwarinê û kinc şiştinê erzan amade bikin.
- Dê ji bo zarok, pîran û berastengan malên bê muçe roj li wan bên nêrîn bên vekirin. Dê ji bo zarokan kreş bi rojan yan jî bi saetan navend bên vekirin.
- Ji bo şidet û cidahiya li ser jinan dê navendên piştevaniya jinan bên vekirin.
- Ji bo tevlîbûn û bilind kirina aboriya bajaran emê koopıratîfên Jinên Azad çêkin. Ji bo hilberînên jinan emê bazaran vekin.
- ji bo jinên ku xwendina wan di nîvî de mayî dê şaredarî alîkariya wan bikin boy xwendina xwe bidomînin.
- Di aliyê tendirustiyê de jin zu bên derman kirin dê navandên tendirustiyê yên xizmetên belaş bên ava kirin. Jinên ku bedena wan weke milkê evserê wan tên dîtin û di bin venêrîna dewletê de bi zorê pirojeya zêde kirina nifusê li ser tê kirin êmê desturê nedin van kiriyaran.
- Jinên penaber yên ku di demên dawiyê de her ku diçe hejmara wan zêde dibe û di bin şertên zor de dijîn ji bo çareser kirina pirsgirêkên wan û zarokên wan emê buroyên penaberan vekin. Ew buro penaberan bigirin nava xwe, pirsgirêkên wan yên tendirustiyê çareser bikin û ji bo zarokên wan re şert û mercên perwerdê amade bikin.
(zt)
